Serê Şevê Çîrokek

Selîm Temo

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
472 syf.
·
Puan vermedi
·
15 günde okudu
Em nexweş in. Gelo nexweşiya me çi ye? —Em nexweşê axaftina bi zimanên biyanî ne ! Ji ber vê nexweşiyê xewn û xeyalên me ne bi kurdî ne. Ji dayîkbûnê ve dil û mêjiyê piraniya me bi êş û jana vê nexweşiya kembax tê sotin. Û ev pirtûk derman e. Dermanê xewnên bi kurdî ye,dermanê xeyalên bi zimanê şêrîn û xweş e ,dermanê jiyana bi xeml û xweş e. Em li diroka cîhanê meyzînin. Sûmera zimanê xwe ji bîr kirin û zimanê Akada hildan.Bi vê yekê ew bûn Akad. Akadan zimanê xwe ji bîr kirin û zimanê Aramêyan ji xwe re kirin zimanê dê. Bûne aramêy. Êlaman jî zimanê farsa hilda û bûne fars. Gelo em dixwazin bibin kî,bibin çi ? Çi tişta çûyî mirov dikarê ciyê wê dagirê ,lê zimanê bav û kalan dema çu tu caran ciyê wî nayê dagirtin. Bi gotina Dr.Nûreddîn Zaza bila gotin bi dawî bibe. “Gelî kurdan ,eger hûn naxwazin ji hev taromar bibin berî her tiştî zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidine naskirin û hezkirin bi rûmet û serbilind bijîn disan zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.” Vê pirtûkê bixwînin û bidin xwendin,di mala we de bila ciyê vê pirtûkê hebe...
Serê Şevê Çîrokek
Serê Şevê ÇîrokekSelîm Temo · Dara Yayınları · 201930 okunma
Reklam
Resim