Dîroka Kürdistanê

Şerename

Ziya Avcı

Updates

See All
"Dilopek şeraba sor ji bo wî Ji xwîna sed birayan bi nirxtir bû ji bo wî Welatek guherand bi dengê sazekî Çunkî dengê kilamek, ji welatekî zêde şah dikir wî" Şerefname
Şerename
Şerename
"Hezar hespên xweşik in bi bejn û bi balan Hemû di bin emrê siwaran de bi şalan Dema seh bikin hê bayê qemçûyan li ser Di cî de amade ne ji bezê re yekser Bi bez û çifta xwe weke gorên berriyê ne Û weke teyrên behrê li ser behrê bi sêbahî ne" Şerefname Werger: Ziya Avci
Şerename
Şerename
Reklam
Giringiya Şerefnameyê bo Kurdan
Şerefxanê Bedlîsî(1543 -1603) bo berhema xweyî bi nav û deng Şerefnameyê dibeje: "Ji bo ku heta îro dîroknivîsan qet tiştekî di derheqê Kurd û Kurdistanê de nenivîsandine, min xwest li gor îmkana xwe di vî warî de kitêbekê binvîsim û navê wê jî deynim Şerefname. Armanca min ji vê jî ew e ku navê xanedanên Kurdan wenda nebin." Şerefxanê
"Biçûk nebîne dijminê xwe ger tu şêr jî bî Xwe jê biparêze, çunkî dikare bibe nêçîrvanê şêr Ey mêrxaso! Nebe bawermend tenê bi mêrxasî Di dinê de hê gelek mêr û mêrxas jî hene çunkî Zinhar pişt girê nede tenê bi herdu pençeyên xwe yên hesinî Hesinker dikarin bihelînin hesin jî, çunkî" Şerefxanê Bedlîsî Şerefname
Şerename
Şerename
"Heta bi qasî serê derziyê li ba te 'baqiyet' hebe Ji bîr neke ku li ba te putperestî heye Rustem dibêje: Min senema di xeyala xwe de şikand Lê senema min di xeyal de şikand, baqî ye di heqîqetê de" Şerefname
Şerename
Şerename
Serokên wan li ber hev serî netewandin. Ji ber vê, ev gotina Mewlana Hetîfî, tam li rewşa wan dihat: "Ji bo wî welatî tê kirin girîn û gazî Eger, dê kî bê hewara wir ku tu nizanî Difilite li Ke'beyê fahişeya serxweş Ger hakimek tunebe pey de biçe bide heddî wê baş" Şerefxanê Bedlîsî - Şerefname
Şerename
Şerename
Reklam
"Ger du dost dilê wan yek be, wekî meqesê Dikarin dinê bibirin, lê hevûdu nabirin" Şerefname
Şerename
Şerename
Şerefxanê Bedlîsî Şerefname Dîroka Kurdistanê Dema ku Sultan Mûradê Osmanî gotiye: "Kurd, ji bilî yekîtiya li ser gotina Kelîmeya Şehadetê pê ve, li ser tu tiştî yekîtiyek wan tune", ne mimkun e ku nizanibe "xeta xwar di gayê pîr de ye", tiliya Sultan û yên bab û bapîrên wî jî di vê de heye.
Şerename
Şerename
“Yên bikevin pey dahatûya desthilatê Dê bistînin ji dijmin mulkên xwe Belavkirina dijmin bi serê şûrê bi kîn e Bi vê mimkun e xerakirina avahiya zulmê” Şerefname
Şerename
Şerename
Di Şerefnamê de Selaheddînê Eyyûbî El Kurdî
(Selaheddînê Eyyûbî 830 sal berê wek îro di 4ê Adara sala 1193an li Şamê rehmet kir. Ez bihurmet û hezkirin mezinekî Kurdan yê bidad û dilovanîya xwe li dinyayê navdar bûye bibîrtînim.) Şerefname Di Derheqê Serpêhatiyên Siltanên Misir û Şamê De Ne (Yên Bi Navê Binemala Eyyûbî Bi Nav û Deng in) Dîrokzan û lêkolînerên li ser zemanên berê rîwayet dikin û wiha dibêjin; bapîrên Sultanên Misir û Şamê, ji bingeh û hîmê xwe ji Şadiyê kurê Merwan in, ew ji esil ji Kurdên Rawend ên Dwîna Azerbaycanê ne. Gundê Dwîn, niha wêran e û jê re Kernî Çixur Se'd tê gotin. ... Şi'ir: "Ne mimkun e li ciyê mezinan bi gotin rûniştin Tenê ev mimkun e bi xwedî bûna bi wesfên mezin" ... Selaheddîn, tu çiqas ji Xwedê hezbikî ewqas Sultanekî dadmend, merd, mêr, aza, sergiran, nefsbiçûk û dilgeş bû. Li ba wî, mirovên destpak û hunermend gelek hêja bûn, dostê herî nêzik ê edîb û zanayan bû. ... Qasê ku tê gotin, di merdîtî û comerdîyê de Sultan bê emsal bûye, li ba wî malê dinê û xweliya qeraxa devê rê wek hev bûne. Hetta ew roja ku wî koça dawiyê kiriye, berê xwe daye ber bi wê serderê bilind, bi wan hemû hebûn û xwedîtî lêkirina tev saltanat û nifûz, sînorên bêserî û bêbinî, bajar û wan welatan ve jî, tenê 47 dirhemên zîv li ser derketiye. Belê rastî tenê ji aliyê Xwedê ve tê zanîn. Selaheddînê Eyyûbî di 4ê Adara sala 1193an li Şamê rehmet kir. Şi'ir: "Rast, dilpak û dadperwer be Heta hetayê serbilind û serwer be" Şerefxanê Bedlîsî - Şerefname
Şerename
Şerename
100 öğeden 21 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.