...
Cıhê xwe têde ne dibû nermi
Li cem wi yek bûn serma û germi
Hov bû çı zani dosti, hevali
Jê re weki hev şêrin û tali
Ne di, ne bin kır carek gulên geş
Tir lê ne barin ji ebriwên reş
Belki du sed car bûye bırindar
Lê ew nızani evin, evindar
...
...
Mêvanê delal ev dınya bê kêr
Çıqas mın ditın tê de mal û zêr
Ev rengê jinê pis û bê tam e
Ev qanûna çewt çawa giha me?
Tiştê ez zanım xweşi û şadi
Jina serbesti: gerdenazadi
...
Dınya nedi rûgeş û periweş me weki tû
Ah çend e tû şerin û xweş û çavbeleki tû
Çıbkım ko ne yara kes û herkes ji te hêvi
Dil nadi bi kes çıko çerx û feleki tû
...
...
Perwane me şewqa te seraser me bisojit,
İdi bese ev jin û ciwani bı keder mın.
Çend sal e di vê rê de seraser li me borin, Peyda nekırın rengê te pir naz û huner min.
...
...
Çavê xwe vekın dınya dirêj e û dem hê wê bê Fermandari û milet fermana sitemê wê rakın
Li ber sehpayê edalet ferman di gerdena we hey bextreş Kes mehdera we naki, her çıqasi hûn bakın
Gund û zor û zêr û zaro ari we nakın Û dost ji ser sıtıwê we şûrê edaletê ranakın
...