Sayfa Sayısına Göre Şiîrên Bijarte Sözleri ve Alıntıları
Sayfa Sayısına Göre Şiîrên Bijarte sözleri ve alıntılarını, sayfa sayısına göre Şiîrên Bijarte kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Wek ku tê gotin
"êdî lîstik qediya"
di nav ava jiyana nizm de
keştiya evîndariyê hilweşiya.
Êdî ez û jiyan ji hevdû xelas in
û sedema ku hûn rabin
li jankêşiya min
li kul û xemên min
û li pevçûnên min bikolin
tune ye.
Dilgeş bijîn.
Hûn ên dil tenik
evîndariyê di ber kemanan re dixwazin,
ên dilçort evînê di ber teplikan re dixwazin.
Lê tu kes ji we nikarin
derve û hundurê xwê li hev biqulpînin,
heta ku hûn bibin lêv tenê, wek min!