Şina Helbeste

Berken Bereh

Şina Helbeste Quotes

You can find Şina Helbeste quotes, Şina Helbeste book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Tu bi xunavstêrkan hatî, bi pêlên bagera gulan Te bi tîna dilê xwe germ kir bedena min a qerisî Di şevên teng û tarî Di rojê sar û seqem de Min xwe avêt hembêza çavên te yên keskeşîn Li kîjan gulê biniherim tu vedibî ji nişka ve Navê te tê nivîsîn li rêza ewil a her rûpelê
Ax Xudayo Ka ew bihara ez li bendê bûm Ka ew karxezala te pesnê wê dida?
Reklam
Ez zanim tişta çûyî divê mirov hew bide dû Lê mîrata dil fena hêstireke şemûz nahedire
Sayfa 33 - avesta yayınlarıKitabı okudu
Hemû derî werin girtin Hemû rê li derekê biçemin jî A dihelmijim bîna te ye A ditamijim bişirîna te
Dûr im ji xwe bi qasî stêrkan Pîr im li vir bi qasî çiyan
Ku serê tilîyên te bicemidin li orta havînê Şewatên xwe yên cirnexweş têxe çeltê min ê herişî Bi stêrkan vêxe dilê min ê birîndar Ku lêvên vê deşta şafir biqerisin Li vê bihara di bişirîna te de vebûyî Bi hêminî cih bike li mêrga dilê min Û wisa hilçîne hêsirên min ji kokê Ku ji hêwiya mijangên xwe Keskesoran raxim li ser tayê pora te
Sayfa 38 - avesta yayınlarıKitabı okudu
Reklam
48 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.