Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
112 syf.
10/10 puan verdi
·
6 günde okudu
Şîretên bê dawî...
Şîret çi ye ..? Waxtê şîreta mirovan dikin ji bo çi ye..? Ma her şîret , devê pêşiyan dertên ? Ma her şîretên pêşiyan li me tên ..? Dayîka min zehf şîret min kirin. Hê jî li min ra dibêje. Şîret carna xweş nebin jî lê jiyîn pir dijwar e , hewceyî ya merivan le çê dibe ... Dayîka min ji me ra çi dibêje rast dertê. Ez jî dibêjim ku em biçek guh bidin Celadet Alî Bedirxan . #107674187 Ev pirtûka ,ez dibêm li cîhê " gotinê pêşiyan" digirê. Li min ra wisa hat . Celadet , her şîret ji çîrokekî ra ji me ra anîye ziman. Lê Kurdî ya Mîr Celadet , piçek aksanî ye , ez dibêm "Botî " ye ji bo we aksan pê rane. Lê xwandina pirtûkê ji bo aksan zehmetî nîne. Xêncî vî pirtûka Celadet ,min pirtûkên wî yê dinê ji xwendiye. Wan pirtûkan yek jî "
Rojên Almanyayê
Rojên Almanyayê
" ye. Ew pirtûk waxtê Mîr Celadet rêya wî dikevê xerîbî yê ,li wan rojan dibêje . Rojên derbasbûyî Celadet her roj nivîsan digire. Rojê ku nivîsiye ,pêşiyê kovara " Hawar" e da dinivîse. #96496521 ... Mîr Celadet , pir bi qîmet e . Qîmet bûna wî; li ser zimanê Kurdî, li hêz a mirovan, li zana mirovan ... Ji kovara Hawar û Ronahî yê pir pirtûk pêk bûye. Ez dibêm pirtûka were xwandin Mîr Celadet dilşa bike
Kürtçe Grammer
Kürtçe Grammer
Ev pirtûka ye ... Bi gotineke Mîr Celadet dawî bînim ; "Cihan û heyat her du jî xweş in, lê her du jî fanî ne ; îro hene sibe tinene. Tu ji xwe ra beqayê bixwaze ku abadînî bi tenê di beqatê de ye ..." / Malbata Mîr Celadet;imgyukle.com/i/L9qIKn
Şiretbej
ŞiretbejCeladet Alî Bedirxan · Avesta Yayınları · 201618 okunma
Reklam
112 syf.
·
Puan vermedi
·
8 saatte okudu
Silav hevalno, Ev pirtûka li ber destê min weke berhevokeke berhemên folklorê ye. Textên di pirtûkê de ji aliyê Celadet Alî Bedîrxan ve bi navên curbicur di kovara Ronahî û kovara Hawarê de hatine weşandin. Bi xêra weşanxaneya Avestayê weke berhevokeke êdî li ber destê xwîneran ne. Pirtûk ji sê beşan pêk tê: beşa ewil Gulistan, piranî metnên folklorîk in, beşa duyem Şîretbêj û ya sêyem jî Hinek jî Henek e. Her wiha hin text hene ku di pirtûkê de cih dane lê ne yê Celadet in. Jixwe em dîsa têdigihijin ku folklora me wisa dewlemend e di her derê re çîrok çîrçîrok meselok metelok der tên, xwedê dewlemendtirîn bike :) Her wiha gotinên mezinan û tistanokên balkêş jî cihê xwe di pirtûkê de girtine. Beşa sêyem jî ji pasajên komîk pêk tên. Nivîsên beşa sêyêm de kin û wateya wan kûr û komîk e. :). Belê belê kurdîno, Celadet Alî Bedîrxan nas bikin, bixwînin û bidin xwendin.
Şiretbej
ŞiretbejCeladet Alî Bedirxan · Avesta Yayınları · 201618 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.