Silav hevalno,
Ev pirtûka li ber destê min weke berhevokeke berhemên folklorê ye. Textên di pirtûkê de ji aliyê Celadet Alî Bedîrxan ve bi navên curbicur di kovara Ronahî û kovara Hawarê de hatine weşandin. Bi xêra weşanxaneya Avestayê weke berhevokeke êdî li ber destê xwîneran ne.
Pirtûk ji sê beşan pêk tê: beşa ewil Gulistan, piranî metnên folklorîk in, beşa duyem Şîretbêj û ya sêyem jî Hinek jî Henek e. Her wiha hin text hene ku di pirtûkê de cih dane lê ne yê Celadet in.
Jixwe em dîsa têdigihijin ku folklora me wisa dewlemend e di her derê re çîrok çîrçîrok meselok metelok der tên, xwedê dewlemendtirîn bike :)
Her wiha gotinên mezinan û tistanokên balkêş jî cihê xwe di pirtûkê de girtine. Beşa sêyem jî ji pasajên komîk pêk tên. Nivîsên beşa sêyêm de kin û wateya wan kûr û komîk e. :).
Belê belê kurdîno, Celadet Alî Bedîrxan nas bikin, bixwînin û bidin xwendin.