Şivanê Kurmanca

Ereb Şemo

Şivanê Kurmanca Yorumları ve İncelemeleri

Şivanê Kurmanca yorumları ve incelemelerini, Şivanê Kurmanca kitabı hakkındaki okur görüşlerini , Şivanê Kurmanca puanlarını 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.

Puan

8.810 üzerinden
29 Kişi · 8 İnceleme
155 syf.
9/10 puan verdi
·
4 günde okudu
Gava pirtûk qediya ev gotin di hişê min de derbas bû " Qedera bindestan nayê guhertin tê dûbare kirin" Rewşa me ya bêdawî ya bi sedsalan: Xizanî, jarî, neçarî, Bêzimanî...
Şivanê Kurmanca
Şivanê KurmancaEreb Şemo · Lis Yayınları · 201998 okunma
155 syf.
·
Puan vermedi
Kurmancên kesîb , şer - kurmancên kesîb romana yekem - kurmancên kesîb ,Ûris - kurmancên kesîb , bolşevîk - kurmancên kesîb , şivantî gavantî - kurmancên kesîb axa û beg- kurmancên kesîb , serma û bager, xulamtî rênçberî feqîrî - kurmancên kesîb kesîb û kesîb
Şivanê Kurmanca
Şivanê KurmancaEreb Şemo · Lis Yayınları · 201998 okunma
Reklam
155 syf.
9/10 puan verdi
·
5 günde okudu
Tirkiya Lêkolînê Jî Biniyê (İncelemenin Türkçesi de alttadır.)
Ev pirtûk li wêjeya kurdî ya nûjen da romana yekemîne. Ji ber vê yekê pêşiya lêkolînê hewceye kû meriv vî bîne berçav. Naveroka pirtûkê; Li ser debara kurmanca, pisporiya kurmanca kû ser koçeriyê, zilma axa, şêx, beg û melleya, kurtebir jî şoreşa oktobir ê pêk tê. Lê ev roman meriv dikare bêje wekî xwejînenîgarî (otobiyografî) jî bê hesibandin. Zimanê pirtûk ê zehf giran hat serîda lê belê hêdî hêdî pênas dibî hwd. hevok sade, diyalogên derbas dibe hêsanin. Min serî de jî got dema kû pêşiya lêkolînê hewceye taybetiya pirtûkê jî bînî berçav. Anegorê demê xwe pirtûkek zehf pîroze. Destê te sax be mamostê hêja xwedê te bi rehma xwe şad bike. Türkçe(Tirkî) Bu kitap modern Kürt edebiyatının ilk romanıdır. Bu yüzden incelemeden önce bunu göz önüne getirmek gerek. Kitabın içeriği; Kurmancların geçimi, koçerlik üzerine ustalıkları, Ağa, şeyh, bey ve imamların zulmü ve kısaca Ekim devrimini(Bolşevik Devrimi) barındırır. Ayrıca bu roman otobiyografi olarak da değerlendirilebilir. Kitabın dili başlarda ağır gelse de yavaş yavaş aşina oluyorsun bunun haricinde cümleler sade ve geçen diyaloglar basit. Başta da belirttiğim gibi incelemeden önce kitabın özelliğini de göz önünde bulundurmak gerek. Zamanına göre çok iyi bir kitap.
Şivanê Kurmanca
Şivanê KurmancaEreb Şemo · Lis Yayınları · 201998 okunma
155 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
·
11 günde okudu
Destpêk
Ev berhem ne hewceyê danasînêye lê belê dawiya rûpelên xwe ser mijarekî girîng pêşeroje re rê vedike: "Gundiyê xebatçî, kesîb û batrak idî zanin-şêx, melle, beg û axaler dijminê wanin. Wekî roja bê lazim be, ewê hazir ber dîwana şêwrêda xûna xwe birêjin."
Şivanê Kurmanca
Şivanê KurmancaEreb Şemo · Lis Yayınları · 201998 okunma
155 syf.
·
Puan vermedi
·
10 günde okudu
Romeneki xweş bu. Le ber ziman e wi min hinki zor i kişand. Le ji bo naskirine xelke deme xwe baş hatiye nivisandin. Ber ku roman e yekemin hatiye nivisendin ez peşniyar dikim herkes e. Ne tene jiyana miletin kurd, jiyana mileten aliyen Rus, Ermeni, Tirk u hwd hatiye nivisandin. Şivaneki çi awaye dibe nefereki şereki, dibe şervaneki ve romen e da em baş dibinin.
Şivanê Kurmanca
Şivanê KurmancaEreb Şemo · Lis Yayınları · 201998 okunma
162 syf.
9/10 puan verdi
·
9 günde okudu
Şıvane Kurmanca
Roja Zımanê kurdi da romaneki pır xweş bu. Kurmanc berê da şıvanti û gavanti ye dıkın. Emrê wan dı belengaziye da puç dıbe. Lı ber xelkê dın zılme dıbinın. Lı karê xweda ji pır jihatine. Hınek tışt hene, sed sal ji derbas be naguheze. Kelen disa heye û disa derdeke. Zıman û nivisandina pirtuke pır xweşe. Mın bı qef xand kutta kır...
Şivanê Kurmanca
Şivanê KurmancaEreb Şemo · Lis Yayıncılık · 201998 okunma
Reklam
162 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Berhema Erebê Şemo a bi navê "Şivanê Kurmanca" di sala 1935a li Ûrisêtê hatiye weşandin Yekemîn romana kurdî a nûjen tê hesip. Çîrok di aliyê xwezeya xwe de balê dikişîne ser xwe. Nivîskar qesta tu tiştî nagre. Di aliyê nivîskarê wê û her demê. Neketiye pey qalip, şêwaz nizam rêk û pêk û qerefata. Çawa di dilê wî de hatiye wusa nivîsiye. Ne ketiye bîr û bawerên xwe, ne jî ketiye pey hevokên xemilandî. Di xwezeya jiyana wê demê de. Çawa ye wusa hûnandiye. Dema xwîner vê çîrokê dixwînin baş lê sewraxt dibin ka çanda jiyana Kûrdan a rojane çawa ye. Jiyana xwe çawa li ser xwezayê ava kirine. Û çawa hertim şivanî û û rencberî kirine. Kurd pir kesîp bûne. Hertim karê piçûk ên navgundî kirine û bêwar nav derî û qapiyê xelkê bûne. Lewma şivan û olamtiya xelkê dikin. Mijara civakî bi awayê jiyana rojane a gel va hatiye hûnandin. Çîrok di aliyê mijarê ve civakiye. Lewma meriv dikare bêje çîrokek çandi an jî civakiye . Her çiqas alî ziman û zargotinê ve dewlemendbe jî. Nava çîrokê de peyvê biyanî pirin ( Duşirmişbum, teyanmiş bû, herf...) Dema dîna xwe bidî devoka îroyîn a Serhedê. Dîsa peyvên biyanî pirin. Divê ev mijar were lêkolîn kirin. Çima ew qas peyvên biyanî di nava xeberdana rojane de hene. Lewma nivîskarê wek Erebê Şemo bigre heya Şakirê dengbêj ( Kewê Ribat)heye û di Serhedê de ev tişt hîn didome.
Ereb Şemo
Ereb Şemo
Şivanê Kurmanca
Şivanê Kurmanca
Şivanê Kurmanca
Şivanê KurmancaEreb Şemo · Lis Yayıncılık · 201998 okunma
162 syf.
10/10 puan verdi
Pirtûka Ereb Şemo ya bi navê Şivanê Kurmanca yekemîn romana Kurdî tê qebûlkirin û her wiha yekemîn romana ku bi alfabaya latînî hatiye nivîsandin. Ji ber kû yekemîn romana Kurdî ye min 10* dane pirtûkê Belê roman em dikarin bêjin romanek biyografîke. Heta em dikarin bêjin Erebê Şemo weke ku ji jiyana xwe vegotibe. Ji xwe ser karekterê romanê jî Ereb ê lawê Şemo ye. Roman di hela ziman de li gor min gelek giran bû yanî kurdîyek standart min di romanê de nedît û rastî ji ber xwendina romanê min gelekî zahmetî kişand. Min çend cara hewl da ku ez dev jê berdim. Roman di dema sovyetê derbas dibe mekan jî em dikarin bêjin bi temamî kafqasyaye û bi taybetî jî Qers e. Di serê romanê Şemo û balbata xwe weke koçer gund bi gund digerin û bi tevî malbata xwe gavantî û xulamtiyê dikin ji dewlemendê derdore. Malbata Şemo di nava xîzanî û tunebûne jiyan dikin. Piştre Ereb şoreşa sowyetê nas dike û dikeve nav şoreşa li sowyetê diqewime û li nav gel xebata dimeşîne û wan bi rêxistin dike. Li gor Şemo sedema xizanî û neçarîye gel, axa, şêx û begin û ji xelkê daxwaz dike ku guh nedin axa, şêx û began.
Şivanê Kurmanca
Şivanê KurmancaEreb Şemo · Lis Yayıncılık · 201998 okunma