Siwarên Rej ji Pişta Behran Hatin

Stephen Crane
Weşanxaneya Lîs a ku ji sala 2004'an û vir ve ye li Amedê di warên berhemên telîf û wergerê de bi karên xwe yên berfireh ên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e, piştî wergera çendîn berhemên nivîskar û helbestkarên cîhanê yên wek William Shakespeare, William Blake, Emily Dickinson, R. L. Stevenson, Charles Lamb, William Faulkner, John Steinbeck, Franz Kafka, Stefan Zweig, Marguerite Duras, James Joyce, Gabriel Garcia Marquez, William Saroyan, Juan Rulfo, J. M. Coetzee, Yaşar Kemal, Harry Martinson, Selma Lagerlöf, Mikael Niemi, Äsa Lind, Sema Kaygusuz, Jaklin Çelik, Leylâ Erbil, Müge İplikçi, Murathan Mungan, A. Hicri İzgören, Ahmet Telli, Şükrü Erbaş, Mehmet Çetin, Mustafa Köz, Hasan Bildirici û Selîm Berekat, vê carê bi wergera Kawa Nemir, di berhevoka bi navê Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin de, 107 helbestên Stephen Craneê nivîskar, helbestkar û rojnamevanê Emerîkan weşandin. Wêjeya Emerîkan wêjeyek e, ya ku di her qonaxeke demê de bûye xwedana hêz û şîyanê û gelek helbestkar û nivîskarên wek Walt Whitman, Henry Wadsworth Longfellow, Ralph Waldo Emerson, Emily Dickinson, Edgar Allan Poe, Nathaniel Hawthorne, Herman Melville, Henry James, William Faulkner, Ezra Pound, Ernest Hemingway, Amy Lowell, Robert Lowell, Sylvia Plath, Marianne Moore, Sherwood Anderson, H. D. (Hilda Doolittle), Elizabeth Bishop, Lawrence Ferlinghetti, Allen Ginsberg, Jack Kerouac, Vachel Lindsay, Sara Teasdale, Anne Sexton, Hart Crane, William Carlos Williams, Wallace Stevens, Carl Sandburg, Robert Frost, Langston Hughes, Charles Bukowski, Stanley Kunitz, Billy Collins û gelek navên ku hê jî sax in dîyarî mîrateya cîhanê ya hevbeş kirine. Stephen Craneê (1871-1900) nivîskar, rojnamevan û helbestkarê Emerîkan, her çi qasî helbestkarîya wî her tim li ber sîya romannûsîya wî maye (bi taybetî romana wî ya bi navê The Red Badge of Courage (Mîdalyaya Wêrekîyê ya Xwînî) ya ku yek ji wan mezintirîn deqan e, ku şer û derûna kesên ku tevî şer dibin dibêjin), lê xweş tê zanîn, Stephen Crane helbestkarekî wisa ye ku risteyên wî kurt û puxteyî, xwezayî, xurt, îronîk û ne hestyar in. Ev nivîskar û helbestkarê gewre di 1'ê Sermaweza 1871'ê de li Newarka parêzgeha New Jerseyê ji dayîk bûye û hê di temenekî biçûk de bi nivîsînê re nasyar bûye. Di salên 1890'î de nivîskarên nûhatî hewil dan ku tixûbên xaka Realîzmê firehtir bikin bi Împresyonîzmê, Sîmbolîzmê û carinan jî bi nêzîktêdayînên Romantîzma Nû. Demeke zêde di ser re derbas nebû, Stephen Crane di wî temenê xwe yê xort de bû karîgertirîn û mezintirînê van pêşengên ku doza nûxwazîyê dikirin û tê heye ku peyam û raspêrîya Walt Whitmanê mezin wergirtibûn û ew yek bi cî dianîn. Hê di bîst salîya xwe de yekem pêşnumaya romana xwe ya pêşîn, Maggie: A Girl of the Streets (Maggie: Keçeke Kuçelanî) nivîsî. Romana wî ya duyem a bi navê The Red Badge of Courage (Mîdalyaya Wêrekîyê ya Xwînî), tevî ku derketina wê çend caran hat texîrkirin, dawîya dawî dema ku roman derçû, dengekî mezin veda. Guhertoyeke romanê di rojnameya Philadelphia Pressê de û bi sedan rojnameyên din de di sala 1894'an de hat tefrîqekirin. Lê mezintirîn serfirazîya romanê ew bû ku piştî van tefrîqeyan bi salekê li Brîtanyayê wekî pirtûk hat çapkirin, roman û Crane, ew her du li welatê pirtûkan, li Brîtanyayê gelekî navdar bûn. Zimanê yekem dîwana Crane a bi navê The Black Riders (Siwarên Reş) zimanê rojnamevanîya wî ye, ji ber ku, li gorî helsengandinekê, hevpeyvînên wî ji sêrî de helbestî bûne. Helbestkarîya Stephen Crane bi wateya xwe ya helbestkarbûnê şer û di deqsazîya xwe de nêzîkî ezmûna wan helbestkarên şer e, yên ku di nava wan de, di sêrî de Wilfred Owen, Edward Thomas, Alun Lewis, Siegfried Sassoon, Isacc Rosenberg, Christopher Caudwell û çendekên din in. Ji van navan pirranîya wan jîyana xwe li qadên şer ji dest dane, lê cîyawazîya Stephen Crane ji wan ew e ku ew di qada şer de birîndar nebûye, neçûye şer, yan jî jîyana xwe li wan deran ji dest nedaye, bi tenê wekî rojnamevan di qadên şer de nûçegihanî kirîye. Bes digel van yekan, wî baştirîn romana li ser şer û helbestine kurt û seyr li ser bûyera şer nivîsîne. Crane bi rêya hemû cure berhemên xwe û bi helbesta xwe ve nîşan dide bê ka şer tiştekî çawa ye û mirov çawa ji mirovbûnê derdixe, dixe dilqekî din, mirov çawa her li kar e ‘dehbetî'ya xwe li ser cisnê xwe bisepîne. Zimanê helbestî yê Crane bo xwîneran di destpêkê de zimanekî ew qasî xapînok e ku xwîner lê ye bibêje, jê hêsantir çi ye, ez jî dikarim wiha bibêjim, lê gava ku jêra deqên helbesta wî dixwîne, şerê Crane ê pakîyê bi nepakîyê re, ango Xwedayê ku bi hemû taybetîyên mirovane ve gelek caran derdikeve holê, hewildana Şeytên a xwesepandinê li ser birêvebirina çerxa cîhanê, gîyanên ku li jêr êş û azarên li ser rûyê cîhanê ne, xuyabûnên wan ên belengazîyê, nalebarîya mafdarî û nemafdarîyê, kêşe û girîftên bawermendîyê, giş û gelek tiştên din ên peywendîdarî kûrayîya jîyana rojane dibîne, hêdî hêdî bi ser wan vedibe. Pirtûka wî ya helbestan a duyem, War Is Kind (Diltenik e Şer), di 1899'an de hat weşandin. Craneê ku di wan çaxan de li ber mirinê bû, bi jana zirav ketibû, deyndar bû, di havîna sala 1900'î de li Almanyayê, li bajarê Badenweilerê, di 29 salîya xwe de jîyana xwe ji dest da. Wî bi dirêjîya temenê xwe çend romanên bedew, gelek kurteçîrokên bêhevta û helbestên kûr afirandin, ku reng e bê gotin, bi wan ve bûye pêşengê nivîskarên gewre yên wek William Faulkner û Ernest Hemingway. Ewê ku gotîye: Li Beyabanê Li beyabanê, Min afirîdeyekî tazî û hov dît, Mexel hatibû li cîyê xwe, Di destên wî de, dilê wî, Ketibû ser, dixwar. Min got: “Çawa ye, hevalo?” “Tehl e, tehl e,” bersivand wî; “Lê ez jê hez dikim, Ji ber ku tehl e Û ji ber ku dilê min e.”
Yazar:
Stephen Crane
Stephen Crane
Çevirmen:
Kawa Nemir
Kawa Nemir
Tahmini Okuma Süresi: 4 sa. 5 dk.Sayfa Sayısı: 144Basım Tarihi: Kasım 2014İlk Yayın Tarihi: Ekim 1895Yayınevi: Lîs yayınlarıOrijinal Adı: The Red Badge of Courage
ISBN: 9786054497003Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
256 syf.
·
Puan vermedi
·
4 günde okudu
Stephen Crane bu kitabında bizi Amerikan İç Savaşı'na götürüyor ve bir gencin yaşadıklarını anlatıyor. Henry, ergenlikten gençliğe henüz geçmiş biridir. Yaşıtları gibi o da kendini ispatlamak için savaşa gönüllü yazılır. Ama savaş meydanında her şey çok farklıdır. Kitapta yazar, savaşan bir insanın değişen ruh hallerini okuyucuya gösteriyor. Bu yüzden yayınlandığı dönemde büyük ses getirmiş olan bir kitap özelliğini taşıyor. Ben beğenerek okudum, okunmasını da tavsiye ederim.
Kızıl Cesaret Nişanı
Kızıl Cesaret NişanıStephen Crane · Legadema Yayınları · 202185 okunma
Reklam
56 syf.
7/10 puan verdi
·
Beğendi
Savaş alanında hiç bulunmamış olan yazar buna rağmen savaş alanında olduğumuzu düşünebileceğimiz harika tasvirler yapmış. Kitabın bir diğer özelliği hikayenin karakteriyle oluşturduğunuz empati gücü. Acaba ben olsaydım ne yapardım? diye düşünüp durursunuz. Kitabın sonu istediğim gibi bitmese de tadı damağımda kaldı diyebilirim.
The Red Badge of Courage
The Red Badge of Courage
The Red Badge of Courage
The Red Badge of CourageStephen Crane · Penguin Books · 200085 okunma
183 syf.
·
Puan vermedi
·
Beğendi
THE BEAST AMONG US Personality is a set of characteristics that the individual has and distinguishes the individual from others. In psychology, personality has been studied from many aspects and theories have been established on this subject. Sigmund Freud that forms the basis of all theories has been studied over the concepts of id, ego and
Kanlı Madalya
Kanlı MadalyaStephen Crane · Babil Yayıncılık · 200085 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.