pişta min li siyeke derizî
berojik, tînegerm dike eniya ku nivîs jê hatî birîn
belkî jî jê nehatî nivîsîn
ev ez im
xeyal in
ma ne belaş in
li sifreya wan didim runiştandin
birçîbûnên xwe yên ku tu car têr nexwarî
ev ez im
nayê bîra min, ez çend car runiştim li wê sifrê
nizanim