Gava ku min xwe bi çîye ve gihand , wê çaxê ez tê gihiştim ku heger mirov xerîbiya nava xwe bi dawî neke, sebr û hedana mirov li tu derê nayê. Devera herî xweş, dê celadê dilê biyanmayiyê bedena xwe be!
Kurdan her dem ji çiyê hez kirine. Li kîjan barî rûniştibin ,pala xwe dane çiyê û taxa xwe li wir ava kirine ,mîna ku ji çiyê pê ve bi kesî bawer nebin.
Hîna ji berî çar hezar sal ve ,sumeran ,ji wan re gotine" kurtî" yanî "çiyayî" . Lewre mirov dikare bibêje ku hezkirina wan ji çiyê re , ji kûrahiya dîrokeke kevn tê.