Hooo tarîyo, ev zik ne ew zik e ku ji qulkirina şûrê te bitirse! Hooo tarîyo ev stû ne ew stû ye ku ji tirsa jêkirina şûrê te bitewe! Na tarîyo na! Ev serî jê dibe, lê li ber tarîyê natewe.
Ev ne pirtûk e , ev ji pirtûkekê zêdetir e û pirtûkeke pîroz e . Di hundirê vê pirtûkê de min xwe dît û di nava wê de , di nava her tîpên wê de ez dibişir îm . Ez ji bo vê pirtûkê çi bêjim û çi qasî jî pesnê wê bidim jî hindik e . Tenê bi awayekî kin ez dikarim bibêjim ku helbest e ev pirtûk . Dibe ku em romanê dixwînin lê gava ku mirov dikeve nava kurahîya wê bi mirov mîna helbestê tê û mirov pê kedî dibe..
Hûn û pênûsa xwe her hebin mamoste Rênas Jiyan , hûn Spîtama yê min in . Bi silav , hurmet û bi rêzdarî we bi bîr tînim . Emirê we bêdawî be..
" Ax Spîtama , tu çiqasî xweşik î , Spîtama ! Ez bi heyrana vî rûyê xweşik bim , Spîtama ! Bêhn bike Spîtama , bêhn bike ! Agir bêhn bike , hewê bêhn bike , keviran , avê , ba , axê bêhn bike . Êdî jiyana te ya dinyê diqede , pişika xwe bi bêhna dinyê dagire ; lê di pişika xwe de cihê bêhnekê vala bihêle , ji ber ku tu yê herî cem Xwedê û tê wî jî bêhn bikî . Bêhn bike Spîtama , daran , kulîlkan , ajalan , hesinan , dîwaran , geniman bêhn bike . Bêhn bike û ji dinyayê xatir bixwaze . "