Spîtama

Rênas Jiyan

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
244 syf.
9/10 puan verdi
Spî-Tama
Ji ber ez Rênas Jiyan weke helbestvan zanim an jî ji ber tiştekî dinê bû nizanim lê destê min nedîçû vê pirtûkê û min her tim wê dihişt wexteke dinê. Lê dema min dest bi romanê kir min fêhm kir ku min xetayeke mezin kiriye. Ji ber ku ji pelên ewil de pirtûk mirov dixe kelecanê û zimanê wê jî pir herikbar e. Mijarên pirtûkê Pêxembertiya Spîtama û şerê Îranî û Tûranîyan e. Nivîskar xweş li hev aniye. Ez bawerim dê pêşerojê pirtir bê xwendin. Ji bo pirtir neyê xwendin tu sedem tune ye. Ez zêde behsa naveroka wê nakim. Bixwînin û bibînin!
Spîtama
SpîtamaRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201826 okunma
Reklam
244 syf.
10/10 puan verdi
·
40 günde okudu
Ev ne pirtûk e , ev ji pirtûkekê zêdetir e û pirtûkeke pîroz e . Di hundirê vê pirtûkê de min xwe dît û di nava wê de , di nava her tîpên wê de ez dibişir îm . Ez ji bo vê pirtûkê çi bêjim û çi qasî jî pesnê wê bidim jî hindik e . Tenê bi awayekî kin ez dikarim bibêjim ku helbest e ev pirtûk . Dibe ku em romanê dixwînin lê gava ku mirov dikeve nava kurahîya wê bi mirov mîna helbestê tê û mirov pê kedî dibe.. Hûn û pênûsa xwe her hebin mamoste Rênas Jiyan , hûn Spîtama yê min in . Bi silav , hurmet û bi rêzdarî we bi bîr tînim . Emirê we bêdawî be..
Spîtama
SpîtamaRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201826 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.