Gava baweriya însên bi aqilê wî re dibe yek rêya azadiyê li ber wî vedibe û ew dibe mirovekî azad. Wê çaxê jibo bidestxistina azadiyê du tiştên gelekî pêwîst hene, yek bawerî û dudu aqilmendî. Ne bawerî û ne jî aqilmendî her yek nikarin bi tena serê xwe azadî û serfiraziyê binîn.
Gava li kêleka mirovî yekî ku ji mirinê mezintir hebe wê çaxê tu şerr û ceng û herb nikare çavê mirovî bitirsîne, gava li kêleka mirovî yekî ku ji mirinê mezintir hebe wê çaxê şerr govend e, ceng henek e, herb lîstikek e...
Erê Spîtama,bawerî ewkasî zor e ,baweriya ku tu belav dikî li ser tehtan çandina genima e;divê ewil teht nerm bibin û bi dûre bawerî zîl bide,vî zemanî dilê mirovan ji keviran ji hişktir e
Hooo tarîyo, ev zik ne ew zik e ku ji qulkirina şûrê te bitirse! Hooo tarîyo ev stû ne ew stû ye ku ji tirsa jêkirina şûrê te bitewe! Na tarîyo na! Ev serî jê dibe, lê li ber tarîyê natewe.