Stêrê gotê:
Baş e, Makqir çima tu diziyê dikî? Dizî guneh e!
Makqir:
Îcar guneh çi ye?
Makqirê dîsa got:
Heke ku zikê min birçî be, têjikên min jî birçî bin çima ez diziyê nekim? ji bo jiyînê adanî divê û ji bo xwedîkirinê xwerek divê, heke xwereka te nebe tu hingî neçarî bidizî. Îcar çi ya vê guneh e? Esil guneh ji birçan mirin e. Lewre li ser rûyê cîhanê têra her kesî adan û xwerek heye.