Piştî çûna te
Gelek siwar ji hespên xwe xeyidîn
Gelek qop û kulek li dû karwanan man
û reva min bi qasî dirêjbûna gulîkên te bû
Ew çend bi dûr diketim
Ew çend nêzîk û dîl dihatim
Piştî çûna te
Bi berbangê re
Şervanek ji çiyê dixeyide
Lê dixe diçe
Çav dixemire ji roniya êlên eşîran
Dixape
Xwe dide dest bajêr
Di bêkesiya şevê de lê tên hev
Hemû bedewiya çiyê jê distînin
Serî lê ditewe
Li jêrê
Ji nû ve di bîr tê tunebûna bextê romê
Çav li misqalek bêhn digere ji ya çiyê
Lê çiya bi qasî temenê wî
Ji wî dilşikestî ye