Tav û Leylan

Cemîl Denlî
Ez ê çavên te biterikînim Bi ser de jî Nema qala azadiyê bikim...
Piştî çûna te gelek siwar ji hespên xwe xeyidîn...
Reklam
Piştî çûna te Gelek siwar ji hespên xwe xeyidîn..
Piştî çûna te Gelek siwar ji hespên xwe xeyidîn Gelek qop û kulek li dû karwanan man û reva min bi qasî dirêjbûna gulîkên te bû Ew çend bi dûr diketim Ew çend nêzîk û dîl dihatim Piştî çûna te
Ez ê çavên te biterikînim Bi ser de jî Nema qala azadiyê bikim...
Xeyda Şervan
Bi berbangê re Şervanek ji çiyê dixeyide Lê dixe diçe Çav dixemire ji roniya êlên eşîran Dixape Xwe dide dest bajêr Di bêkesiya şevê de lê tên hev Hemû bedewiya çiyê jê distînin Serî lê ditewe Li jêrê Ji nû ve di bîr tê tunebûna bextê romê Çav li misqalek bêhn digere ji ya çiyê Lê çiya bi qasî temenê wî Ji wî dilşikestî ye
Sayfa 55
Reklam