You can find Featured Tefsira Qurane books, featured Tefsira Qurane quotes and quotes, featured Tefsira Qurane authors, featured Tefsira Qurane reviews and reviews on 1000Kitap.
Kamiran Alî Bedirxan 1895 li stenbolê tê dinê nêvîyê Bedirxan begê botîye, 1978 li Parîsê koça dawiyê kiriye. Kamiran Bedirxan, li pey xwe gelek xebatên qedirbilind hiştine . Yek ji wan jî meala Quranê ya bi navê Tefsîra Quranê ye. Li gora zanyariyên li ber desta, kesê ku ewil meala Qurana Pîroz bi zaravayê Kurmancî û tîpên latînî amade kiriye, Kamiran Bedirxan e. Wî di navbera salên 1941-43yan li Sûriyeyê di kovara Hawarê de û li Libnanê di navbera salên 1945-46an de di Roja Nû de bi tîpên latînî bi navê Tefsîra Quranê hin beşên Quranê bi Kurdî zaravayê Kurmancî weşandiye. 2020 li weşanên avestayê de çapbû. Mixabin em 80 sal şûnva pê dihesin. Loma hertim me bi navê dîn û Quranê dixapînin. Ema em diha naxapin û bi zimanê xwe nameyên Xwedê dixwînin û fam dikin. Rihê Kamîran Alî Bedirxan şadbe. Bi rêzdarî
Tefsira QuraneKamiran Ali Bedirxan · Avesta Yayınları · 20206 okunma
Yê ku qencî kiriye, jê re deh car bêtir qencî heye, û yê ko xirabî kiriye, bi qasî vê xerabiyê dê bête êşandin, ne jê kêmtir û ne jî jê zêdetir, û di heqê wan de, zilm nayê kirin.
Ji delîlên kerem û comerdîya Xuda ye ko wî erd û ezman xuliqandine û reng û zimanê mirova weke hev ne kirine û kirine texlît : Heçî eqilmend û zanana ne seh dikin ko ev tiştên he şahidên xurtî û dewlemendiya Xwedê ne. Sûreya Yewnana(Rûm) ayet 22