Xwedêyo!... Ez vedigerime ser dilê xwe û xwe bi xwe: Xwedêyo, dibêjim, ev qudret û ev hîkmet ji Kuderê ye, ev gotin û beytên kê ne ku ev rebenê ha ji qalibên wî yê ademî bı dûr xistiye?
Li vê dunyayê em gelek caran êşiyan û hîn jî dêşin, di her carên weha de êş li me bû hêsirên çavan û hîn jî dirijin. Me jî bi wan hêsirên çavên xwe agirê dojehê vekuşt û êdî di ola me de dojeh nemaye.