Tûrikê Pîrê Kal sözleri ve alıntılarını, Tûrikê Pîrê Kal kitap alıntılarını, Tûrikê Pîrê Kal en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
... Hişyar ji eskerîye hatibû îznê. Fesla biharê, meha adarê bû. Bav û bira tev çûbûn zeviya avî... Hişyar li mal razayî bû, delalîye de bû, xatûnê jê re hazirîya xwarinê dikir... Diya wî bi misîn av li destê wî dikir û bi hesret pê re dipeyivî û jê dipirsî :Kurê min ez qurbana te, tu hînê Tirkî bûyî. Law dibêje belê daye, dê bibêje, Hişyarê min ez goriya te bim. Navê nan, av, dew, mast rûn çi ye ; Hişyar yek bi yek dibêje, kêfa diya wî li cî ye. Dibîne ku cehşikek kêrê di ber wan re dibore. De dipirse ;kurê min navê cehşa kerê çi ye? Ji law re pir gotine eşşek oğlu, dizane eşşek ker e, lê cahşike nizane. Dibê, daye heta ku hûr in ne tişt in, bê nav in. Ku gir dibin, mezin dibin, dibin eşşek.