En Yeni Tu Yorumları ve İncelemeleri

En Yeni Tu sözleri ve alıntılarını, en yeni Tu kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.

Puan

910 üzerinden
821 Kişi · 117 İnceleme
238 syf.
·
Puan vermedi
Min dixwest ku ez lêkolin û şirovekirina vê pirtûkê bi zimanê xwe yê kurmancî bikim lê mixabin kurmanciya min têrê nake. Lewra ez ê bi Tirkî binivisînim. Bibexşînin Kendi anadilimde sonuna kadar okumayı başardığım ilk kitap bu. Romanın içeriği gerçekten isminin hakkını vermiş. Betimlemeler çoğu zaman ağzımı açık bırakacak kadar iyi yapılmış. (Geçmişinin ve yakın döneminin olayları hakkında az da olsa bilgi sahibi olan) bir Kürt genci olarak kitabın birçok paragrafında kendimi buldum. Mehmed Uzun'un kalemini beğenen birisi olarak kitaplarının orijinal diliyle okunmasını tavsiye ediyorum. Kürtçe okumak biraz zor olabilir ama çeviriden daha olduğunu düşünüyorum. Kitabı bitirdiğime sevinsem mi üzülsem mi bilemedim. Ruhun şad olsun Mehmed'im...
Tu
TuMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20204,121 okunma
·
Puan vermedi
Mixabin ez dinêrim zêdetir em pirtûkê bi zimanê Tirkî dixwînin. Serî de ez jî bipêşbiryar bûm, lê zimanê pirtûkê gelek hêsan e. Wek ava Dicle û Firat zelal, dest bi pirtûkê dike berdewama wî tê. Em Tirkî bixwînin em eybek mezin li hember Mehmed Uzun dikin rastî. Pirtûkê de yazdeh beş heye lê bi min dû hebe. Yek qala gelek tişta dike;behsa dîrok Amedê bigire , Şex Seîd, rewşa Kurd û Ermenî ya, hin caran de şermezarî yê dike gelê xwe. Ya din di girtîgeha Amedê de diborî. Navê wî çima "Tu" ye? Pirtûk herî zêde pirtûkek piskolojî yê ye. Jîyana serlehenga( qehremanê pirtûke) di zindana Amede de çawa borî ye, çawa karîye ber xwe bide. Serleheng bi tenêtîyê de bûye du kes. Ew û ew... Wek zarokên piçûk bixwe re leyistika dilîst... Ew ê min bi got a bû du kes. Ew û sî ya xwe. Lê nabe, di tarîtiyê de sî jî tune. Tenê ew û ew e. Hin caran ji xwe re hevala afirand. Ew û tu(kezê) . Behsa bîranîna xwe dikir. Piskolojî ya girtîyek... Li ber zilma xwînxwara bi niyeta zelal hatîye nivîsandin. Di çîksayîya şevên Dîyarbekirê de Ji zindanên xwe li Heyv û stêrkên me binêrin Ew, yarê me yên hezar salan Dostên me yên zindanan in.
Tu
TuMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20204,121 okunma
Reklam
234 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Mixabin hibra "
Mehmed Uzun
Mehmed Uzun
" ji xwîn ê bu. Xwîna ku herî erzan tê zanîn. Weku nivîskarê hêja got ez jî dixwazim vê pirsê bikim li gel hemî cîhanê û mirovahî re; " Çawa gelek dihate înkarkirin?" Ev ne cara yekemîn bu ku min li ser girtîgeha amed'ê pirtuk xwand. Gelek caran min bihîsti bû jî. Lê çi fêde kîjan gavê ez bixwînim ezê ecebmayî bimînim... Mirov kîjan gotinê bike wê sar bimîne li ber vê zilm û zordestî yê... De ka tu bêje ezbenî ma mirov çawa hêrs nebe li gel ewkas hovîtî yê?
Tu
TuMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20204,121 okunma
234 syf.
·
Puan vermedi
·
Beğendi
·
186 günde okudu
Silav û rêz hevalên hêja . Niha ez serî da vê gotina xwe bêjim û piştre vekolîna xwe bikim. Lê ez bîst û heşt salî me û xelaskirina xwandina pirtûka min a ewil romana "TU" ye. Ev tişt pir tiştêkî ecêb e, lê mixabin ne tenê sucê min e sucê asimilasyon û dijmînê ye jî. Roman a "TU" li ser vê mijarê hatiye nivîsandin ku ew jî behsa girtîgehê û girtî yên sîyasîyan dike. Jixwê Kurd ji vê mijarê girtîyan pir nêz de nas dikin. Her dem û her wext de Kurd tê binçavkirin. Mixabin sedema vê mijarê bêguman bêwaritî û bêserxwebunîyê ye. Qehremana romanê bêsebep tê girtin. Dema ku meriv romanê dixwîne rondikê çavan diherike. Ez naxwazim spoiler jî bidim. Bixwînin hûn poşman nabin. Ez mirovê Amed'ê me ji bo wî xwandina "TU" ji min re hinek zehmetî bû, ji ber ku zêdêtir li ser peyvên Botan'î hatiye nivîsandin. Dîsa jî pir xweş bûn. Bixwînin, jê kêm nemînin. Xwandina zimanê zikmakî pir xweş e :) Bimînin xêr û xweşîyê de.
Tu
TuMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20204,121 okunma
234 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Nivîskarê Zimanekî Qedexekirî
Tu
Tu
Cara ewil min bi vê pirtûka "Tu", Mehmed Uzun nas kir û ji gelek aliyan ve girêdayî wî bûm û careke dî bi çîroka me ya Kurdan ya bêbextîyê re rûbirû mam. :( Bi rastî jî pênûsa Mehmed Uzun gelekî xurt bû ligel ku romana wî ya ewil bû. Her carê ku min pirtûkê xwend, min xal bi xal û bi hêviya ku tiştekî xweş û bihevî çêbibe dixwend. Min bi pirtûka wî ya ewil ew nas kir û pirtûk, ber çavê min weke mîratêyek ji aliyê Mihemedê Dirêj xuya dikir û gelek cihên pirtûkê de ez dam girîn û nifiran. Pirek di navbera me de çêbû bi Uzun re. Ew îşkenceyên ku ji Mehmed Uzun re dihatin kirin weke ku ji min re jî dihatin kirin bû, ma ne em jî parçeyek ji te û jiyana te bûn Mihemedê Dirêjê qedirbilind?
Mehmed Uzun
Mehmed Uzun
Ez heyrana te, nivîskarê wî zimanê qedexekirî!
Tu
TuMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20204,121 okunma
Reklam
105 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.