Tu kezîkura mala bavê,
Li vê êlê,
Ez, simbêlkurrê danzdeh bira!
Qey çengek axa mirinê bi destê me nekeve?
Qey xurê kêra ko bû ev can?
(mîna mîha beravêtî li nav van keriyan…)
Wexta serê Gelîyê Zîlan jêkirin, Delalo hê zar bû.
Li milê diya xwe bû.
Delalo, di nava xendek û cinyazan de mabû.
Wisa xelas bibû.
Dê, bav, êl û eşîra wê hatî bû kuştin.
Delalo li wir bû.
Delalo mîrî hemû dibû, delalo kuştî hemû dîtibû
Delalo zûre zûra seyê kuştî, zarîna zarrên sirgûnkirî dibû.
Delalo, zarrên ku li ber pêsîra dîtîbu.
Delalo dibû ku şîr, hê jî ji pêsîrên jinan dikişin.
Dibû ku zarrên hê nemirî dev davêjin pêsîra diya xwe, şîr dibêjin ;şîr û xwîn li tev tê devê wan.
Delalo dîtîbû, sa, xwîna xayê xwe dialastin.
Delalo dîtîbû... Dîn bibû. Li çolan ketibû, ji derge û dîwanên hiş derketibû. Bibû çendek genim, di nav çerxa êş û xeman de.
Hatibû hêran.