Ko çiqasê xweşe gava kontrola şexsiyeta mirov bin destê mirov bixwe de be, ango mirov bizane ko mirov kî ye, çi ye, çi dixwaze, dizane û herweha çi dikare bike, biafirîne. Û ji vê jî, mirov xwediyê biryara pêhesîn, rêvebirin û herweha pêşdabirina van hîsên xwe ye... Hingê mirov insanekî serbixwe, azad e û herweha bêguman bextiyar e jî.