Xewneke Payîzê

İlhami Sidar
Xewneke Payîzê/Bir Sonbahar Rüyası,Kürt Edebiyatının Hafız-ı Şirazî'si Melayê Cizîrî'nin romanı Kırmızı Medrese'nin mistik hücrelerinde başlayan, Hasankeyf'in olağanüstü şiirsel dokusu içinde süren eşsiz bir ruh serüveni Bir Sonbahar Rüyası "aşk"ın romanı..." Edîb Ehmed doçentekî navsere yê edebiyata klasîk e. Gava piştî sî saliya xwe di îroniyeke dojehî de fêrî zimanê xwe yê zikmakî dibe dikeve nav cîhana edebiyata kurdî û di wê cîhanê de rastî Melayê Cizîrî tê. Piştî ku dubare sêbare diwana Mela dixwîne û di kûrahiya hest û ramanên wî de ji xwe dibihûre, biryar dide ku xebatek li ser şa’irê nemir bike û ev yek her diçe dibe yekane mebesta jiyana wî. Edîb Ehmed şeveke payîzê di rêwîtiyeke hiş de ji dem û wusatê dişiqite û diqevêze gerdûneke din. Di vê gerdûnê de çawa ku Vergilius di rêwîtiyeke hiş de rêbertiya şa’irê Komedyaya Îlahî Dante Alighieri dike, Melayê Cizîrî jî rêbertiya wî dike û wî li Medresa Sor diezmîne. Piştî nimêjeka sibehê Mela berî ku bikeve xewekê, qewdek keval radestî wî dike. Di van kevalan de Mela çîroka xwe vedibêje, çîroka eşqê, çîroka Selma’yê… Xewneke Payizê romana Melayê Cizîrî ye, ango romana eşqê…
Yazar:
İlhami Sidar
İlhami Sidar
Tahmini Okuma Süresi: 7 sa. 15 dk.Sayfa Sayısı: 256Basım Tarihi: 6 Şubat 2015Yayınevi: İthaki Yayınları
ISBN: 9786053754275Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
256 syf.
9/10 puan verdi
Qendîlê pêxin û guh bidin dengê Îlhamî Sîdar
Ji Îlhamî Sîdar re dipirsin, tu ji bo edebiyata kurdî dixwaze çi bikî? Îlhamî Sîdar dibêje;" Ez dixwazim di navbera xwînerên aniha û klasîkên kurdî pirekê ava bikim" Pirtûk Bi rastî jî îlhamî Sîdar di vê pirtûkê de ev pir ava kiriye. Beriya xwendina vê pirtûkê jî haya min jê Melayê Cizîrî hebû min çend helbestên wî jiber jî kiribû lê piştî xwendina vê pirtûkê min Mela pirtir meraq kir û çend pirtûkên li ser helbestên wî hatine nivîsandin lêkolîn kir. Di pirtûkê de nivîskar dixwaze bi me bide fêhm kirin ku Melayê Cizîrî jî mirovekî weke me ye û heta ew helbest nivîsandine gelek zehmetî kişandiye. Carina gelekî xwestiye binivîse lê bi mehan tiştek li ser hev neaniye. Ango ew jî wekî me bû û bi xebateke zêde gihîştiye wê astê. Min ji pirtûkê ev fêhm kir. Bi rastî jî min zimanê nivîskar gelekî eciband û ji ber vê yekê jî hema îro pirtûka wî a bi navê "Memê Din" stend û di demeke kin de hêvî dikim ez ê wê bixwînim.
Xewneke Payîzê
Xewneke Payîzêİlhami Sidar · İthaki Yayınları · 20155 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.