Di vê kitêbê de; “tayên Nêrgizan, gazinên
Ehmedê Xani, hêviya jinên ‘dara şikesti’,
helbestên bi bask yê Feqiyê Teyran,
biraninên zarokên berdêliya welateki...
“Hesreta du Qumriyan, fira Kevokan,
firikên genim yê desta Qoserê, kenê
Xecicokan yên li hinarikên rûyê Nisanê,
tama ava kaniya zozanan, hêstirên çavên
Xezalan...
“Siretên rispiyên êlan, hepriya jineke
koçber, pelikên dara gwizê, kildankek tije
ji kilê Siphanî, emrê dara cinarê, dengê
bilarê, xeyala eşqiyayeki demê, giriyê
girtiyeki mêr yê veşari... ;
“Neynikek şikesti, şehek ji hesti, straneke
birindar ya misextiyeki, bêdengiya gundeki
kaviltiri...
"Serbikek suryaniyan, şekirê ida ermeniyan,
agirek ji tifika êzdiyan û kêfa civateke
êvara Midyadiyan...” hene.
pirtûkek bi helbestên pir xweş û bi vegotineke xurt a peyvên cuda hene pêşniyar dikim.xwendin xwêş:)