Kurd gelek bi edeb û terbiye ne.
Rabûn û rûniştina wan, dan û standina wan bi rêz û tertîb e. Kurd nazik, giran û bi edeb in. Xwediyê gotina xwe ne; paşgotiniya xelkê nakin; dostê dostê xwe, û dijminê neyarê xwe ne
Kamûran Bedirxan
Zana dibêjin ku dawiya pêşketinê nîne; zanîna mirovan her kûrtir û firehtir bibe. Tinê bi tifing û xenceran îş naqede; divê tu hînê xwendin, nivîsandin û zanînê jî bibî.
Xwîn giş xwîn e nabe av. Tu milet ji miletekî zeydetîr nîne. Her milet axatiya welatê xwe dike û nabe ku destê xwe dirêjî welatekî dî bike.
Destên wiha divên bên jê kirin. Heqê destdirêjahî jêkirine.