Zimanê Kurdî jî wekî zimanê Farisî zimanê şa'iran e. Ji ber ku nest nivîsandin di kevin de gelek kêm bûye, lê şair gelek bûne û heta niha jî gelek in. Mezintirîn şairên Kurd ev in: Baba Tahir (935-1010): bi lehçeya lorî şî'ir nivîsandiye û navdengiya rûba'iyên wî li derveyî Kurdistanê jî belav bûye. Melayê Cizîrî, şairekî mezin é sedsala 12'an ne. Mezintirîn şairê edebiyata neteweyî Ehmedî Xanî (1650-1706), ku dîwana wî Mem û Zînê, mezintirîn nimûneya ji edebiyata Kurdî ya li ser dema derebegtiyê ye. Mewlewî (1815-1892) şairê herî mezin ê xezelbêjiyê ye, li Kurdistana başûr jiyaye. Koyî (1815- 1892) xelkê ji bo xebata riya azadî û serxwebûniyê han daye.
Em dikarin ji şairên sedsala 20'an Pîremêrd (1867-1950), Ehmed Muxtar Caf (1897-1935) û Bêkes (1905-1948) bihejmê- rin. Îro li Îranê şairên bi nav û deng ên wekî Hejar û Hêmin, li Sûriyê Qedrí Can û li Yekîtiya Sovyetê jî Evdal û Şemon hene.
Qet guman di wê de tune ku 'Ebdullah Goran (sala 1962'yan de li Iraqê koçî dawiyê kir) çi di warê naveroka şî'ir de û çi di hunan- dina awayî nú de ku di şî'îrê de daniye û çi jî di rewanî û Kurdiya bijarti ya şî'ir pê nivîsandiye, gihîştiye serê kupa edebiyata nû û şî'ira Kurdî ji qeyd û benda şî'ira kilasîkî ya Kurdî rizgar kiriye û bi vî awayî asoyeke nû ji bo geşkirina pêşdebirina şî'ira Kurdî vekiriye. Edebiyat û hunera Kurdî piştî şoreşa 1958'an a li Iraqê, bi awaki berçav pêş ketiye û jê tê hêvîkirin ku ne tenê şairên nû peyde bin, belko nivîskarên baş jî derkevin."