a

Asîmîlatorên Xwecî*

0 üye
Takip
Bişavtina bindestiyê
Bazîdîyên me yên Kurd, ên bajarî jî xwe Kurmanc/Kurd ne dihesibandin, Kurdîya xwe qaîl dibûn, lê ne jî Tirkiya wan Tirkîyekî baş bû... Tirkîyekî şiloşeto, bi rewşek eletewş diaxivin... Ji xwe ra Pilanşî digotin, xwe gelekî kaw û kûbar didî- tin. Heya vê dawîyê jî wek Bazîdîyên me, gelek bajarî, ji wê wêda giregirên Kurdistanê, bin dest û lepê asîmîlasyonê, bin hukme Komara Cumhuriyetê xwe Kurd nehesibandin, ji gundîyên koçer, ji 'Kurmancan' xwe dûr didîtin û ji wan dûr û cuda disekinîn...
Sekans 7
Pir hewl didin Ji bo dijminê xwe baş û RONÎ bikin Hemû destan û helbestên xwe, NASNAME û BÎRNAMEyên xwe, KOKa xwe dişewitînin, Dikin çira ji wan re Lê ne xema wan e Jixwe çanda wan QURMekî ji tiştekî re nedibû Ma ne jixwe dijmin jî dixwest koka wan BIQELIHE...
Reklam
Sekans 6
Hema mirov heqê wan nexwe Zehf li ber xwe didin Wekheviyê dixwazin, WEKHEVÎ... Lê ne ji bo DAD û HEQiyê Ji bo bibin ji wan Eyn bibin WEK WAN...
Sekans 5
Li her derê li dijminan digerin Lê belê nizanin ew bi xwe bûne dijmin: Dijminê ruhê xwe... Pir ji ZAROKên xwe hez dikin, PIR... Ji dêvla HÊLANan Wan di SÊDARan de kil dikin
Sekans 3
Heta tu bê bes XWEZAparêz in jî Ji bo kulîlkeke pozbilind a dijminê wan nequrife ŞITL û DARên ÇANDa xwe gişî ji kokê radikin, Dikin ço û misas Û wê kulîlkê diparêzin
Sekans 1
Ji bo xwe bikujin li ber xelkê digerin Dijminê xwe bi BAVê xwe nadin Ew kirine xwedayê xwe KURTaja kurdî Bi destê xwedî... QÛLê DIJMINê xwe ti carî AZAD nabe
Reklam