Lê hûn werin ji min rebenê Xwedê bipirsin ka çi
bi serê qise û gotina şêrîn a kurdî hatiye. Ew îro
bûne qedexe. Iro li Tirkîyê kesên ku bi kurdî dipeyi-
vin, tên cezakirin. Ceza gotinekê kurdî qurişekî ye.
Du gotin, du quriş, sê gotin sê quriş... Hey gidî dinya
malkambax hey!.
Wekî her carî, we rojê jî, ew berî teyr û raweyên
Sîpanê Xelatê hişyar bû û weha deng da,
Wey li min felekê,
Felekê, te çima li min weha kir?
Te kumê xwe li min xwar kir,
Korbûna Evdale Zeynike, kalbûna wi li dine,
ji xwe rê, feydê û kar kir..