Gelek hozan,gelek dengbêj u gelek hunermend evîndarê welatê xwe bune, derd û kulên
welatê xwe û gelê xwe anine ziman, gelek ji-
wan bi evîna welatê xwe şewitîne,Dilê wan ji-
bo welatê wan lêxistiye.
Îro li her welatî evîn,evîndar,evîndarî
û diketin heye.Kîjan welat be bila bibe,kî
jan gel be bila bibe û li kîjan kûçê cîhan
be bila bibe,hebûna evîn û evîndarîyê tişte-
ki bê guman e.
Em hinek jî qala helbestê bikin ne!
Helbest her du çavên reş belek,gulîyên sor û hinarikên sêvîn e
Helbest tu yî haya helbestvan(afirîner) jê nîn e
Helbest?
Mîrê min!
Tu zanî ne? Dema mirov bi tena serê xwe dimîne mirov xwe dike şûna mirovan. Saş nemîne mîrê min,dema mirov tenê dimîne tim bi xwe re diaxive. Lê ya herî xerab çi ye zanî? Dema ez tenê jî dimînim xwe nadim dewsa mirovan,binêr min tu ji xwe re afirandî. Ez bûm xweda lê nebûm mirov mîrê min...
Ji novalek nenivîsî (şîzofrenîka)