Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Profil
78 syf.
·
Puan vermedi
Hevalcan:)
Tu mirovekî çi mîkemmel î:) Ez pesne mirovatiya te bidim an jî pesne helbestvaniya te bidim nizanim. Tişta ku ez zanim tu ber dilê min gelek şîrîn î. Ev pirtûk, pirtûka te ye duyemîn e. Weke pirtûka xwe ya din, te di vê pirtûkê de jî bi zimanê xwe yê efsûnî gelek helbest nivîsandine. Dizanim ku tu yê di helbestên ku tu dixwazî di paşerojê de çap bikî yê gelek baş bin û em ê bi kêfxweşiyek mezin bixwînin. Çavê min helbestên te Kurdî ne. Ez bawer im ew helbestên te jî gelek cindî ne:))
Bawer Aydın
Bawer Aydın
Yaşıyoruz Birbirimize Değmeden
Yaşıyoruz Birbirimize DeğmedenBawer Aydın · Ange Yayınları · 20233 okunma
88 syf.
·
Puan vermedi
·
21 saatte okudu
Helbestên Ne Êş-Hez !
Heskîf bûye birîna me: Heskîfê, wî bajarê rûhanî ku li ber piyê minareyên eyûbiyan di nav dilê ehda ne de wek kevirekî narincî razayî (r.69) Birîn û êşa sedan sala heye lê ne bi zimanekî 'êş-hez' e , helbestî û têra xwe wêreke. "Xwedayên me mê bûn, Dê bûn (r.27)
Bîra Birînê
Bîra BirînêFatma Savci · Avesta · 20116 okunma
Reklam
104 syf.
10/10 puan verdi
Ji sefera şi`rên Qedrî Sipranî...
Ji pirtûkeke helbestîn merheba... Ev kitêb bila bibe yekem pirtûka ku min 2024an de xwende... Helbest û helbestvanê vê kitêbê nûpinû û gelek ciwan e. Min evê kitêbê bi destnîşankirî ji dest nivîskar/şa`ir Qedrî li pêşangeha Ameda rengîn wergirt. Naveroka kitêbê; bi çar beşî wek bi navê "hêwirgeha yekem,duduyan,sisêyan û çaran" pêk tê. Helbestvanê hêja, peyvan gelek bi edebî û rengîn helbesta xwe de rêz kiriye. Ne hewceyê helbestên ku min ecibandiye rêz bikim lewre jî çiqas ji dil û dest hate min li vir parve kir. Hezkiriyên helbestan fermo, bifermin evê kitêbê werbigrin û bi hilmekê de bixwînin. Bimînin di xwendinên xwesh de.
Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha
Ji Sefera Şi’rekê Têm NihaQedrî Sipranî · Nubihar Yayınları · 20232 okunma
80 syf.
8/10 puan verdi
Hevnaskirina Selîm Temo re 3
Silav ji kitêba Selîm Temo ya sêyem ku min xwende... Ev kitêba Temoyî ku bi sê beşan pêk hatiye, ji yên li dû mayî du ast xwesxwendinek da min. Lewre jî min navbera xwendina kitêbên din yên lêkolînê de rojekê de xwend. Helbestên ku min di nav van du beşan de pêk hatiye de eciband/hez kir evana ne ; Ya herî xwesh ku min berê jî guhdar kiribû û min hestiyar kiribû; "Ey Dil". Li dû wê; "Agahiya Zindî," "Beyta Dilo," "Çima Ez," û ya dawiya kitêbê helbesta wî ya ji sala 1994an de nivîsandiye "Dîsa" û "Gor" bû. Heya kitêbeke din bimînin xweshxwendinê de.
Sê Deng
Sê DengSelîm Temo · Dara Yayınları · 2021156 okunma
100 syf.
10/10 puan verdi
Mem ararat...
Ji kitêbeke nû hêj germ û gelek ciwan silav... Ez serî de li xwe mikûr bêm kû eva cara yekem e ku kitêbekê, rojekî de bi dilxwazî dixwînim... Mem Ararat, wek hun dizanin stranbêjekî dengzîz û kurdewarekî hêja û zimanaxiviya xwe de herikbar e. Ne hewceyê pesnê deng û kesayetiya wî bikim lewre wî jî silavek da qada helbestvaniya pirtukî... Belê, kitêba wî ya yekem bi navê "Quling Ewr û Ba" beriya çend rojan ji weşanên Zîz'ê der çûbû. Ez jî wek çend xwînerên bişans bi kampanyayeke îmzeyê kitêba xwe da îmzekirin û bidest xist. Kitêb; ji sê beşan pêk tê. Yekem de 9 helbest û çendên wê bi deng û muzîka Mem bûne stran. Ji vê beşê helbesta "ji êvareke Amedê" gelek min hestiyar dikir û dubare bandor li ser dilê min de hişt. Beşa duyem de 5 helbest hene li vir jî yên bûne stran hene, helbesta "Ez û Tu" bandor li ser dilî girt... Beşa sêyem de bawerim wek navê beşê gotiye " çend gotinên li dû stranan e, ji niha re" de gish albûma muzîka wî de cih girtine. Ji van jî yên ku ez ji guhdarkirina wan hez dikim û xwendina wan de jî hestiyar bum; Xaçirek,Li ser çavan,Koçer,keziyên yarê,rindê... bûn. Bi van agahî û hestên xwînerî ez dubare,beşdarbûna nivîskariyê a Mem Araratî pîroz dikim..hêviya'm helbestên nû wek kitêb çap bibin. Li me xwîneran pîroz be
Quling Ewr û Ba
Quling Ewr û BaMem Ararat · Zîz Yayınları · 202374 okunma
80 syf.
4/10 puan verdi
Hevnaskirina Selîm Temo 2
Silav ji kitêba Selîm Temo ya duyem ku min xwende... Wek me ya yekem de gotî; Temo, di vê kitêbê de jî wek beş helbestan rêz kiriye. Ya rast, min ji vê kitêbê hesteke xwesh an xwendineke herikbar hîs nekir. Nizanim bo çi lê ez gelek rawestiyam. Ez dikarim du helbestên wî beşa yekem de rêz kiriye bibêjim. Yekem; wek hun dizanin navê kitêbê lê kirî ye; "Pûnga li bajêr", a duyem; "nizanim bêjim de bi xatirê te"... Yekem de belkîm min meha payîzê de xwendiye û hestən payîzî têde bun loma, ya duyem de jî heman hestən evînî ku wê demê de dest pê kiribû ku min nedikarî bêjim bi xatirê te... Ev kitêb jî bi van hestên teng û kurtehîs qediya. Bo xwendina sêyem min ji ber vê kitêbê navber da, de ka heya kengê nizanim.
Pûnga Li Bajêr
Pûnga Li BajêrSelîm Temo · Dara Yayınları · 202157 okunma
Reklam
76 syf.
6/10 puan verdi
Hevnaskirina Selim Temo re.
Silav, Xwînerên helbestan... Ev cara yekem e ku ez helbestên Selîm Temoyî dixwînim. Min ji pêşangehê çar rêz kitêbên wî kirîn. Bi rastî bi nêrîneke rexneyî min dest bi xwendina helbestên wî kir.Ev kitêba wî ya yekem ku min xwende; beşa serî de her helbesteke xwe welat/bajerekî bijartiye. Wek hun jú baş dinasin helbestên li ser robozkê gelek hatine rêzkirin. Temo jî yek li ser Robozkê nivîsandiye (belkîm zêdetir hebe lê min yek xwend). Beşa duyem de bi navê "stranên bo xwe" de gotinek ji M.Cizîrî û li dû wê wek navê helbesta Mela "çi hacet" rêz kiriye, xwesiya min çû herikbar bu. Beşa sêyem jî bi navê " stranên şînê" nivîsandiye.... Ev ceribandina ya yekem bû. De ka şîroveyek bila ya duyem re bimîne...
Keştîya Bayê
Keştîya BayêSelîm Temo · Dara Yayınları · 2019155 okunma
250 syf.
·
Puan vermedi
Dilê Peyv û Hevokên Mezin; "Furûx Ferroxzad"
"Sînema ji bo min şêwazeke derbirinê ye. Min bi dirêjiya jiyana xwe helbestan nivîsandin û xwendin, û helbest, bi tenê rêyeke derbirinê ye. Ez ji sînemayê hez dikim û dikarim di hemû warên din de jî bixebitim. Ku helbest nebe di şanoyê de bilîzim, ku şano nebe ez fîlman bikişînim. Dewamkirina vê jî girêdayî berdewama gotinên min e. Helbet, ku gotinên min hebe.."* Ji bo berdewamî: rumetmed.blogspot.com/2020/12/dile-pe...
Hemû Berhem
Hemû BerhemFuruğ Ferruhzad · Ronahi Yayınları · 201418 okunma
·
Puan vermedi
Deng û Rengên Xwezaya Jiyanê; "Birîn" Helbestên Semra Çelebî
Deng; kirûyeke (diyarde) qedîm û çavkanî û peyveke tije hilma gerdûnî ye.. Jiyan û xweza; bi dengan ve pêk tên, deng bi hebûna xwe ruh û canê jînê ye, ev di diyalektîka (guherîn û veguherîn) jiyanê de digel tevgeran, wateya xwe dihesîne û hilma xwe xuya dike.. Ji bo berdewamî: rumetmed.blogspot.com/2018/07/deng-u-...
Bırîn
BırînSemra Çelebi · Tevn Yayınları · 20112 okunma
155 syf.
5/10 puan verdi
Mi ekserîyetê şîîran nêecibna. Xora açarnayîşî de problemî zaf ê. Açarnayîşî bira nêwanîyenê. Eke destê şima de esto xo rê biwanê. Eke destê şima de çinî yo semedê peydakerdiş û wendişî cehd mekerê.
Xatır Be Tu-Hoşçakal
Xatır Be Tu-HoşçakalHasan Yıldız · Bezuvar Kitaplığı · 20141 okunma
Reklam
191 syf.
3/10 puan verdi
Mi no kitab qet nêecibna. Mi fam nêkerd ke ez kurmancî wanena yan zî kirdkî wanena. Zaf rind dîyar beno ke şaîr qesden wina kerdo û xeylê çekuyê kurmancî dekerdê cumleyanê xo mîyan. Hewce nîyo ke şima biwanê.
Ez Kamîrê Biberêne
Ez Kamîrê BiberêneHalis Yurtsever · Weşanên Veng · 20071 okunma
200 syf.
8/10 puan verdi
No kitab newe çap bîyo. Derheqê 50 pêxemberan de beytî estê. Tayê beşî derg ê tayê beşî kilm ê. Goreyê populerbîyayîşê înan na dergî û kilmî ameya bellîkerdene. Qaso ke ez zana mabênê qasidan de cîyayî çin a labelê melayo ke nuştoxê kitabî yo yan ney ra bêxeber o yan zî ez xelet a. Mi nê hetî ra kitabî begem nêkerd.
Poncas Pêxembero Mu'ellim
Poncas Pêxembero Mu'ellimMela Muhemmed 'Elî Hûnî · Nûbihar Yayınları · 20221 okunma
122 syf.
10/10 puan verdi
Koyo Berzî ra kitabo diyino ke mi wendo. Semedê temînkerdişê nê kitabî mi zaf cehd kerd. Coka no kitab semedê mi zaf hêca yo. Labelê nînan ra cîya şîîrê ke kitabî de ca gênê zî zaf hêca yê. Babetê şîîran xurbet, polîtîka, sînayîş, welat, bêrî ûsn. yê labelê kitabanê seypêyan ra cîya şîîrê yewbînan nêmanenê. Şaîr wina kerdo ke, babetî çiqas bimanê yewbînan zî şîîrî wina nîyê. Her şîîre babete tewirna gêna dest. Coka mi no kitab zaf ecibna û ez do kullîyatê Koyo Berzî biqedîna. Birastî edebîyatê kirdkî verê da-hîris serran wextê nikayinî ra hîna "modern" bîyo. Çi heyf ke "şaîrê" nikayinî edebîyatî xeripnenê
Dêrsim
DêrsimKoyo Berz · Weşanxaney Îremetî · 19961 okunma
72 syf.
5/10 puan verdi
Ez nêzana şima çi fikirîyenî labelê ez Bedrîye Topaç şîîran de zaf serkewta nêvînena. Goreyê mi ceribnayîşê aye hîna rind ê. Ez wexto ke ceribnayîşanê aye wanena hîna zaf keyfê mi ca de beno.
Wextê Heskerdişî
Wextê HeskerdişîBedrîye Topaç · Roşna Yayınevi · 20132 okunma
34 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.