Alemê de kes nebe wek min, amîn
Wek min kes nebe di ev dîn û ayîn
Her ê ku bi halê min bawer nîn e
Weke min be, weke min be, weke min.
Baba Tahirê Ûryan
di bin baranê de
helbest dibe çetr
di bin germa rojê de
helbest dibe sîber
di sermayê de
helbest dibe agir û li şewa terî de dibe çirayê riya te
çi dema çetr, sîber, agir û çirayê min cem te nebûn
wê yekê bizane
êdî helbest çûye ava û ez jî mirime
Şerko Bêkes