Dostek kefenekî ji minre dike diyarî
Û dostek tabûtekî ji minre dike nav nîşan
Û dostek li min dike derzîya mikrobên bozkuş
Û dostek dixwaze di bin axê de min bike padîşahê qebristana welatê min
Û dostên ku ji mêjîyê zivis derdikevin wek etna ya kehbik xençer xençer li pişta min didin...