Di tunebûna te de min xwe li şevê girt
Stêrk bêdeng in
Li çiyayên welatê min dengê guleyan tê
Şervanekî me şehîd dikeve
Û
Dayik dilorînin
Dîrok ji xwe şerm dike
birînekê bide min
bila ne ji enqereyê be
ji kêrê ji guleyê
bila derba kuştinê be
birînekê bide min
bila ne ji tehranê be
ji dojehê ji xezebê
bila derba şewatê be
birînekê bide min
bila ne ji bexdayê be
ji hovîtiyê ji bêbextiyê
bila derba tunekirinê be
birinekê bide min
bila ne ji şamê be
ji qezayê ji belayê
bila derba dînbûnê be...