em in kulîlkên berfê, seqema Havînên dirêj
dil de bîranînên şehîdan; hêrs û bişirîna wan
li behişta mirinê ku bilind e weke şînê
ku bilind e weke şînê dide hev kefa birînê
cenga salan min zû nas kir, alaya rojê xelas kir
zilma koviyan pêxwas kir, ez mam di şiklê Kawa de
Cegerxwîn im sor û şîn im, di şerê dawî de dîn im
ez Seydayê Dilbirîn im, şika min çû di bayê de
Koyî ji bircan bang dike, xewna welêt eyan dike
her ku diçe beyan dike, umir geş bû bi dozê de
Apê Osman rabû ji Şam, şal û şepik hilda li qam
hem Mestûre hem jî Makam, li hewşa Birca Belek de
Egîd, Mazlûmê Newroz e, ew ê bi eşqê disoje
diçe ber pergala rojê, di Bihara Payîzê de
Sedsal dibite têkoşîn, bîrek dibite şaneşîn
Celadetê tev de birîn, dibişire di gorrê de
de wa ye roja me jî hat, ji asoya Botan hilat
bû serkeftin sebr û sebat, di Qada Çarçirayê de