Gelekî bêdîrok jixwe ne gel bû. Ango di pîrozkirina Newrozê de tiştê ku me pîroz dikir, ji pîrozkirina cejnekê wirdetir, pîrozkirina dîroka me, pîrozkirina emrê milletê me, pîrozkirine hebûne me bi xwe bû.
Wek cixareya ku boçik li dû boçikê dihat vêxistin û kurmê tûtinkêş pê dihat şikenandin, me di dîrokê de Newrozek li dû Newrozekê vêxistibû: Carna bi "sê darikan" û carna bi canan...
Mesela wan ne ew bû ku em ji pîrozkirina cejnekê mehrûm bikirana; mesele ew bû ku bi qedexekirina Newrozê em ji agir veqetandana û ji dîrokê bixesandana; ji ber ku kurdekî/e bêdîrok jixwe mirî û tune bû.