M.Ö. 612 yılında ortadan kaldırıldı. Bu yıl, yani 612 yılı Kürtlerin ulusal bayramı Newroz'un da başlangıç yılı olmuştur. Newroz o tarihten beri Kürtler tarafından kutlanır.
Sersal e û lûtkeyên çiyayên payedar û xoşewîst, ên ku serê xwe danîne ser zendên Zend-Avistayê, yên ku bi qebqeba kewên kovandar û pirdax hatine lorandin, hêdî hêdî xwe û bîranînên xwe dispêrin agirgeha rojê...
Hêdî hêdî çirên bendîxanan vêdikevin û sîbera Kawayî ji pencereya şeva zikreş diherike, perdeyeke agirînî li tazîbûna berfê dialîne.
Rojeke nû tê, lí tenișt berû û şengebiyan rûdinê. Agirekî Newrozî ye û bi hilperikîna sînoran gurtir dibe. Ferhenga bendemanê bi sema û tína govendên rengo rengo diqiçqiçîne. Esmanên stemkar û nijadperestan ji nû ve xweliya êvaran werdigerînin zimanê kuştin û serjêkirina fenerên azadî û mehrebaniyê. Xwelibakirina te şox e û di çavên te de tovên lîlandineke bêhempa amade ye.
Li ser eniya te ey agirê dûrketî ji kezeba min, wê navên me yên şikestî û rengtarî geşbûna xwe bidomînin.