Bi Navê Xwedayê Reḥman ê Reḥîm
1. Erê ma Me sînga te (ji bo ahkamên dîn) venekir?
2. Ma Me barê te li ser te sivik nekir?
3. Ew barê ku pişta te xistibû ber te.
4. Ma Me nav û dengê te bilind nekir?
5. Vêca birastî digel her tengasiyê firehî heye.
6. Birastî digel her tengasiyê firehî heye.
7. Nexwe dema ku tu (ji karekî) vala bûyî, dest bi karekî din bike.
8. Bila perwerdegarê te jî daxwaza te bê.