Deqeyên Nefretê tunebû jî, ne gengaz bû tu kesî xwe ji ber vê yekê bida alî. Her dem di hundiré sih çirkeyî de, tu helwestên zorê lazim nedibû. Jiserxweçûna erjeng a tirs û nefretê, daxwaza kuştinê, a îşkenceyê, bi cunuhekî lêxistina li serçavê wî, wekî herikandina elektrîkê di hundirê temama wan mirovan re der- bas dibû, bi serçavê wan ê tirş û qermiçî li hember hev, bi dînîtî bang dikir. Lê dîsa jî hêrsa ku bi wan re çêdibû razber bû, heste- kî wekî dûyê çirê bû ku karîbû berê xwe ji mirovekî bida miro- vekî din. Lewma jî di bîstekê de, nefreta Winston berê xwe nedabû Goldstein, berevajîyê vê yekê, berê xwe da Birayê Mezin, Partîyê û Polîsên Fikirê; di demên wisa de dilê wî derdiket derve, diket nav tenêbûnê, nav nakokîya ramanê ya li telemonî- torê, diçû cem ruhê parêzkarê bawerîya biaqilîya cîhana dere- wan. Lêbelê bîstekê di pey re, ew jî li gel mirovên din bû, her weha tiştên ku di der barê Goldstein de dihatin gotin bi wî jî rast dihatin. Di van deman de, nefreta wî ya li hember Birayê Mezin vediguherîya û dibû heyranî û Birayê Mezin li ber çavên wî bilind dibû, dibû parastineke bêtirs û nehênî ku nedihate dîtin, wekî zinarekî li hemberî qelebalixa Asyayê disekinî û Goldstein li gel hemû tenêbûn, neçarî û şikên di der barê jîyana wî de, wekî sêhrbazekî bêyom, karîbû bi hêza dengê xwe perga- la şaristanîyê hilweşanda.