Ji işqa te ez dîn im şev û rojan xeyalê da
Mîna mecnûn digerim hey te nabînim çolê da
Mîna mecnûnî dîn im ez, weke bilbil dixwînim ez
Hetta kengê dimînim ez, divê zîndan û hebsê da
Tenê mame di zindanê weke Yûsifê Kenanî
Li min dilber gelo kanî me çav maye di wî rê da
Sayfa 64 - Nûbihar