Wenda me, kir yara delal Xweş tê bi min navê şêrîn Ebrû reşa ew rû bi xal Xweş tê bi min navê şêrîn Ebrû reşa çavên bikil Reyhan û sosin dane mil Bîhna binevşan hey digel Xweş tê bi min navê şêrîn
Sayfa 40 - Nûbihar
Ez bê kes û feqîr im Îmdad û gazî seyda Xweş bende û esir im Îmdad û gazî seyda
Sayfa 51 - Nûbihar
Reklam
Mehbûb ji xwe weha ne Pir zalim û xedar in Tev kirne dîn û sewda Li deşt û gaz û wadî Çi bikim bi mal û halan Wan dil birî bi talan Ev gelek bela ye Tu bes ke êdî Hadî
Sayfa 55 - Nûbihar
Gerya me ez şev û roj Bona dilê revandî Me dî gewra, kezeb soz Sed dil li xwe civandî Min go ji Xwedê bitirse Xincmek dilê min î jar Go sed wekî te hatin Min tîz li wan reşandî Sed ax û wax zarî Dûr im ji gul uzarî Gelo çi ji yara rûken Şalûlî dil qetandî
Sayfa 53 - Nûbihar
Ji pirtûka kulxaniya Veşartî
Hilo xortî delalî qenc û xakî Mîna ava zelal û berfê pakî Bibîne av ji bo ku nerm û nizm e Digîje ku dibit gulzar bi carekî
Ji pirtûka kulxaniya Veşartî
Ji dil îro birîndar im Li ku ye şêrê meydanî Ji derdê wî elemdar im Tebîb û pîrî min kanî
Reklam
Reş bû li me dewr û zeman Dîn çû ji dest me El aman Em mane bê hêvî û guman Heywax li min dînê mubîn
Sayfa 34 - Nûbihar
Di her halî di her karî Xwedê bêje Xwedê bêje Li ber her dar û zinarî Xwedê bêje Xwedê bêje Mîna cahil nebe xafil Ji zikrê Heq tu car, xorto! Li cem her war û berwarî Xwedê bêje Xwedê bêje
Sayfa 18 - Nûbihar
Gelo dîsa heye carek bibînim Li nêrîna bejnê mat bimînim Gelo carek heye biçme tewafê Muşerref bibim bi dîdar û silavê Bibim hacîyê wan her du çavan Gîhana wî ku îda hacîya ne Qetana wî ji garkan para mane Sefa û Merve di nêva birhê wî ne
Sayfa 55 - Nûbihar
Ji işqa te ez dîn im şev û rojan xeyalê da Mîna mecnûn digerim hey te nabînim çolê da Mîna mecnûnî dîn im ez, weke bilbil dixwînim ez Hetta kengê dimînim ez, divê zîndan û hebsê da Tenê mame di zindanê weke Yûsifê Kenanî Li min dilber gelo kanî me çav maye di wî rê da
Sayfa 64 - Nûbihar