Şagirtino, hêviya welatê mino... ji bîr mekin, dan û standina dengbêjekî û peyv û gotinê mîna dan û standina nêçîrvanekî û nêçîrê ye. Nêçîrvan divê hay ji rewşê û hal û hewalê dinê hebe; şop hilde, li şopê hûr be, xwe bide pey nêçîra xwe û wê bigire. Û gava ew nêçîrê digire, dilovanî û nefsbiçûki jê kêm nebe... Dengbêjekî jî divê weha be. Û hûn dizanin, gelo nêçîrvanê herî yekta kî ye? Ew kes e ku dizane riya neçirê ji kû dere û xwe bi wê riyê digire û dere li benda nêçîrê disekine da ku nêçîr bi xwe were... Hûn divê xwe bigihînin vî katî.Hûn dive peyv û gotinê bibêjin bi hostehî da ku gotin bi xwe were ber we bi rêz û rêzdarî.