Çawa ku dikevim cîyê hevdîtinê slogana "Türkçe konuş çok konuş" wek strîyekê di nav çavê min re diçe. Ev ji bo wan pirr muhîm e. Hemû xebata xwe li ser vê projeyê dimeşînin. Dizanin heta ku kurdî hebe, heta zimanê me hebe,em ê jî hebin. Loma ,zor dane tunekirina ziman. Karê xwe li gorî encamên zanistê ,dimeşînin. Gelek profesorên berçavkên wan stûr ,dest nîşan kirine ku milet, bêziman nikarin hebûna xwe biparêzin..