Ey Netê Tû
Ey ne`tê tû ez erş heta ferşê şehîra Ey pertewê nûra te cîhan geşte munîra Ey seyyidê alem bike perwayê esîra Qed kane leke`l-fedlû lek el cûdû kesîra Ursilte île`l xelqî beşîren we nezîra Taha tu resûlê milkê erşê ezîm î Der behrê kemalî tu tenê durra yetîm î Lu`lu` sifet î der sedef î behrê kerîm î Ehsentir î ez Yûsufê sedîqê helîm î Ma kane
El Wefayî Wesla Canan Xemzîdara Min
el wefayî wesla canan xemzîdara min nehat ya tu qelbê asiqan î, gulnîgara min nehat mam di qeyda derd û daxan xemgusara min nehat subhe nabit wê şevê dengê menara min nehat derd û dax im, bê qerar im, bê bihar im, bê çîmen bê hebîb im, bê tebîb im, hem xerib im bê weten şubhê yaqûbî ji işqa yûsifê gulpîrehen mûnisê derd û xeman im
Reklam
Di Nav Qewmê Xerîb
Ya Îlahî ez xerîb im daîma her dil kebîb im Bê hebîb im bê tebîb im mam di nav qewmê xerîb Metrûkê bab û bira me sohtîyê şem' û çira me Kuştîyê dest dîlbera me mam di nav qewmê xerîb Kuştîyê tîra xedar im kes nenas im ez dizarim Ez feqîr im ustuxwar im mam di nav qewmê xerîb Ez feqîr im bê newa me rûreş im ez rûsîya me Racîyê 'efwa xuda me mam di nav qewmê xerîb Aşiq im bê kar û kesb im ez feqîr im dûrîdest im Serxweş û sekran û mest im mam di nav qewmê xerîb Serxweş im min hal tunîne cergê min safî birîne Her dirêjim av û xwîn e mam di nav qewmê xerîb Av û xwîna dil me kerr kir ah û wah cergê me zer kir Xurbetê hal im xerab kir mam di nav qewmê xerîb Terkê ewtana xerab e ez neçar im çare nabe Ya Îlahî dê çawa be mam di nav qewmê xerîb
Derd Û Dax Im
Derd û dax im Le’lî yar im ho Sîne germ im Efxanê pêt û nar im ho Dê çilê kim ez Milk û mal û zêr Ji gerdena zer
Bi Tîpa L û M Helbestvan Û Nivîskar
Lal Laleş Letîf Helmet M. Zahir Ertekîn M. Zahir Kayan Mehmet Hacioglu Mehmûd Badilî Mela Ehmedê Namî Mela Xelîlê Mişextî Melayê Bateyî ☀️ Melayê Cizîrî ☀️ Mele Xelîlê Sêrtî Mem Bawer Mem Ronga Mihemed Omer Osman Mihemed Ronahî Miradê Miradan Miraz Ronî Mistefa Begê Kurdî Mizgîn Hesko Mueyed Teyîb Muhsîn Ozdemîr Muslim Aslan Mîkaêlê Reşîd Mîtan Şareza
Em dîn bibin di eqlê berî Ey murşide dêm enwerî Nav alema tu serwer î Alem di ber şewqa te da... Melayê Bateyî Colemêrg 2024
Reklam
84 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.