Difûre hilma tavê
Vedixwîne zozanan
Kulîlk e taca serê te yarê
Û keskesora li pey baranan
Gewza havîneke zer
Li banê welatê Meda
Şadibe bi pitikekê
Koçerim di wê rêyê da
Dikewînim brîna xwe
Bi xweliya kevnebajaran
Xunaviya li Zêrzewanê
Bû gol li qada Amîda
Dahatûya tefandî
Tov weşand li çar hawîran
Di paşla min de şitlek berû
Min spart axa girê şêra
Ji wê ye kenê tebaxê
Di xewlaneke zîz de me
Hindik mayê bimeşim
Maçek bidim wê yarê
Keziyên yarê bi gul e,
Bi gul e çavxezal
Rûken e çav bi kil e,
Çav bi kil e delal
Hûrik hûrik dikene dikene ez heyran
Lê bi kul û keser e,
Êşiyaye çavxezal
Kezîyên yarê bi gul e, bi gul e çavxezal
Rûken e çav bi kil e, çav bi kil e delal
Hûrik hûrik dikene dikene ez heyran
Lê bi kul û keser e, êşiyaye çavxezal.
youtu.be/s1O3JI3h924
Ax Mem
Tu dilê mirovekî distînî û didî destê wi, her helbesteke te ev dil diguherand şiklên cuda derdixist holê, carnan dibû mina pelêkî çilmîsi, hişkbû yî û şikestî, carnan dibû mîna kevoke kê kû ji kefa desta ji bo firînê xwe amadedikê ber bî hevi yê.
Hêvîyek, êşek, evînek encax bi vî rengî xweş werê ser ziman..
Tu her hebî