Diponijim li êvareke dişibe esrî
Heyv bi bejnekê bilindtir e ji tavikê
Qîzên biskrihan gûzan belav dikin li deriyê Mêrdînê
Li jêr hişê min fîkefîka bayê
Şîreta terikandina vî warî dikin hemû neqeb
Dema qismet belav bû di xew de bûm
Min gelek zivistan qedand bi cilên zarokên xelkê
Û di berîka min de nasnameyek ku xerîbîyê tîne bîra mirov
Ez ne darek kizwanê bim, gelo çi me?
Sayfa 28