Îro min neynikê de li xwe niherî; bi dehan mûyên spî di nav porê min de xuya dikirin, gelo ez pîr dibim an jî her janek di serê min de dibe tayekî spî?! Digotin porê spî peykê mirinê ye, her weha delîlê giranî û aqilmendiya mirov e. Berf li çiyayên bilind dibare.
Sayfa 218Kitabı okudu
Ba awazeke Birîndaran dilorîne Demsalên rêwî xatir dixwazin Û pêtên di gewriya min de Peyvan mîna Pelên payîzê dişewitînin Êdî bêhna şewata asoyan, ji vî dilê min tê.
Sayfa 210Kitabı okudu
Reklam
"Bi vê pîvanê be tu komonîst î?!" "Komonîst?! Bado bi şevbuhêrka me de nemîze û qala van jahran neke."
"Bavê min li ku ye?" "Keça min, tu wî çiyayê porsipî dibînî? Bavê te li wir e." "Çi dike?" "Berfê dihilîne" "Çima?" "Ji bo em ji sermê nemirin."
Ew weke minalekî, li ber xwandina min a helbestan kete xew, hilm û henasên wê, te digot kulîlkên kerez û biyokan e, porê wê gencîneyeke zêr bû li ser palgehê belav bûbû, çemekî şîr bû bedena wê di nivîna min de herikî, min tahliya rojên xwe di hembêza wê de bingor kir, dîwarên odeya min ji ramûsanên me sincirîn, dojeheke ji bihuştê xweştir bû ew şev, lêvên min du kew bûn ew bedena har nikil dikirin, tiliyên min gayên dîn bûn ew sînga weke berfa Qeredaxê cot dikirin.
Ez u tu ne Mehabad Ne xewa te tê Ne jî jimartina stêrkên te diqedin
Reklam
Ewr strana baranê dibêjin. Weke bîranînên salên mijokiyên her ku dûrî me diçin, şêrîntir dibin. Bi evîndarî dibare, bi xurtî dibare, bê şerm dibare, ewr in û helbestên xwe yên hovane dirêjin rûpelen zevîyên tî, gelo çi tê bîra van ewran heta ku razên xwe tev de di guhên vî şarê xilmaş de dibêjin ?
Mirin zengilekî bêdeng e, tenê yê ku mirina wî nêzîk dibe, zingîniyê dibihîze. Ji roja ku ez bûme mêvanê Mehebadê ve, ev zingînî ji guhê min neketiye. Îcar ez jî da ku li hember mirina xwe rawestim, diniwîsim. Ji ber ku tenê nivîsandin, zora mirinê dibe.
234 syf.
9/10 puan verdi
MIJABAD
"Mehabad şarê mijê ye, MIJABAD e, ne tenê mija xwezayê lê komara ku saz bûye bi xwe di nava mijeke sor de digevize." (r. 19an) Qehremanê sereke yê romanê Badîn behsa komara Mehabadê dike û bûyerên dinê jî li dora Mehabadê digere. Kalikê wî Ermen e û gelekî jêhatî ye. Ji nevîyê xwe re behsa herba Sariqamişê dike û naletê li şer tîne. Badîn geh li Hewlêrê ye geh li Silêmaniyê û geh jî li Mehabadê. Badîn pir vedixwe û gelek caran evîndar dibe lê tu carî ya dilê wî pêk nayê. Gelek qehremanên cûda hene û vana pirtûk gelekî xweş kirine. Van qehremanên pirtûkê bandoreke mezin li ser min hiştin. Ji niha û pê de hevalên min ên jiyanê ne. Ez naxwazim zêde dirêj bikim tenê dixwazim vê bibêjim: Ev pirtûk ji aliyê edebî gelekî xurt e û hûnê ji xwendina wê hîç poşman nebin. Badîn dema behsa bûyeran dike carinan behsa 1930î carinan jî 1945an dike. Ango pêş de dihere û paş de tê. Divê xwîner li ser vê xalê de baldar be an na wê zêde jî pirtûkê fêhm neke. Bi rastî jî min pir eciband û ez bi dilekî rihet pêşniyarî we dikim.
Mijabad
MijabadJan Dost · Belki Yayınevi · 03 okunma
Reklam
Parti
Partî qaşilekî teng e ji mirovan re, yê partîzan nafikire, çima? Ji ber ku bi rêberwkî bawer e, partîzan fotoyek e, her di halê xwe de dimîne, foto xemgîn be, wê bimîne xemgîn, şad be, wê bimîne şad.
Sayfa 88
Ji Sedî Sed Rast e
Jiyana ku tu dijî, bûyerên ku li serê te diqewimin, ew in kitêbên rasteqîn, here salekê li xurbetê bijî, beranberî sed kitêbên li ser xurbetê ne. Mehekê di navbera agirê cengê de be, hemberî sed romanên cengê ne. Min romaneke Rûsî li ser şerê Sariqamişê xwend, yê ku nivisî bû, bi xwe di şer de bû, ez jî li hêla din şer de bûm, lê ew roman!! Bawer bike mîna yekî lal ji te re felsefeya Êristo beyan bike.
Sayfa 89
"Min dîzanîbû ku hevîrê me hîn tirş nebûye me tenûr dadaye, min dizanîbû ku ew qirşik dişewitin lê tenê der û dor ronî dibin, hêvîya min û nanekî teze bixwim nebû, dîsa jî min bi dilgermî şer dikir, ji bo armancên mezin xebat rewa ye, çendî mirov zanibe ew armanc pêk nayên jî"
Sayfa 29
"Ba gazinên çiyê ne, dema çiya giliyê tênetiya xwe ji asoyan re dikin ba radibe."
Sayfa 28
Resim