Wê kêlîkê min bawer kir ku ez hîç nikarim ji gewdeyê jinekê hez bikim ku yekî din şirîkê min be. Min nas kir ez çiqasî jixwehez û rojhilatî me.
min jî te hez kir ez bûm yekî nemir
Sayfa 9 - Belkî
Reklam
Nizanim Ev bajar Bo çi evqas bêbext bûye?!.. Ez bûm rêvingekî hez û evînê Ji evîna te, Ketim ser kolanên bajarekî dilhetikî Bajarekî rûreş û bêbext
...min fahm kir ku hez û hezkirin quwet e, lê di eynî wextê de qelsî ye...
Ez Im Kurd (10) | Elîriza Spahî Layîn
Tawanbarê hezkirin ji nezanînê min navê Zîlanê li keça xwe kir lê xaltîya wê dibêje navê Zehra baştir e dipirsim: wateya Zehrayê çî ye? xaltî bê deng dimîne çima ku nizane wateya zehrayê gul e û zîlan û zehra bi yek wate ne lê, ew dema ku nezane wateya navan zêdetir hez dike ji ewan ew kurd e em kurd in em nezanînê zêdetir hez dikin nezan, neyaran zêdetir hez dikin Û neyar jî nezanan!
Mem u Zin
Sernameyê name, namê Ellah Bê namê wî natemam e wellah Ey metle`ê husnê `işqibazî Mehbûbê heqîqî û mecazî Namê te ye lewhê nameya `işq ismê te ye neqşê xameya `işq
Reklam
Axxxx Ehmedo, Ehmedê Dîn:/
Her ji keçikekê hez dikir ku zêdeyî bîst salan dikir, li ber çavê wî reş dibû. Diçû yeke din. Hetanî ku rastî evîneke dijwar hat û wê evînê cendekê dilê wî li ber lingan rast kir. Piştî pênc sal hezkirin, keçikê ev bersiv dabû wî: - Tu wek birayê min î.
Sayfa 81
- Ez dizanim ku ji berê de tu ji min hez dikî. Ji berê de! Ji kengî de Belqîs? Û hîn tu piçûçik î. Erê, min ji te hez kir, berî ku tu çêbibî. Dibe ku bê bîra te, meha adarê, di wê sala pîroz de tu hatî dinyayê. Wê gavê li ber dîwarê mala we dilê min avêtibû. Kêlîka ku tu ketî erdê, ew jî ji sînga min ket û beziya cem te. Devê xwe danî ser guhê te yê çepê û ev gotina niha min ji te re got, wî jî ji te te got. Wê rojê pisîkên cîranan û jinên taxê û dilê min li dora te civiyan. Canê min gurzên gulan bi ser te de barandin ku piştî bîst salan rengê xwe dabûn dêmên te. Reşahiya wan şevên dirêj rengê xwe dane wî porê te yê ku ji tiliyên min re dirêj bûye û wan çavên ku mezin dibin da min bibînin ku ez li vê qorzîka demê rawestiyame û li benda vê keça ku dilê min di nav cilên xwe yên reş de veşartiye. Ez doza temenê xwe dikim, doza wan salên ku min di evîna te de winda kirin û hîn min tu nedîtibûyî. Piştî ez bimirim jî ez ê ji te hez bikim. Wê gora min bêriya her du çavên reş bike.
NAVÊ TE
Min li kê nihêrt,mîn ew his kir Min kî dît, min jı wê hez kir Min fêm kir ku min tenê ji wê hez kiriye Hatin û çûyîna min xwe xapandin e.
Reklam
min ji te hez kir min karê xwe yê berê wenda kir min wek karekî nû dest bi te kir min bêrîka xwe birîn kir min mirina xwe har û dîn kir min xwedayê xwe kedî kir min ji ber xeyalên xwe yên tisî û xav fedî kir min xwe ji jîyanê bi şîr vekir min ji te hez kir min xela li emrê xwe rakir...
Min kulîlkek xeyal kir Û min kulîlkek dît di xewna xwe de Min kulîlkek xwest Û bihar bi bihar geriyam li kulîlkekê Paşê min kulîlkek çand û av da û jê hez kir Wê çaxê çêbû kulîlkeke min Û wê çaxê bûm kulîlkek
Sayfa 33 - ZîzKitabı okudu
Xecê dêbejê:" xecê! Ez ê rojekê ji bo te bêm.min gelek hez ji te kir. Min ji bîr neke...
Min kulîlkek xeyal kir Û min kulîlkek dît di xewna xwe de Min kulîlkek xwest Û bihar bi bihar geriyam li kulîlkekê Paşê min kulîlkek çand û av da û jê hez kir Wê çaxê çêbu kulîlkeke min Û wê çaxê bûm kulîlkek.
218 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.