min ji te hez kir
li dû her koçberiyê pirrtir
û gelektir ji xwe ji gelekî gelektir
her ku mirina kevokan dihat tu jî dimir
baz xayîn ketin Sarya min
min hez ji mirina te kir!
bi te re me û bêdeng dimeşim
dema ku min ji te hez kir
min ji xwe zêdetir hez kir
bêdeng dimeşin
ev bêdengî tenêtiya min lihev dide
ev bêdengî hêdî hêdî min dişewitîne...
Ez jî rabûm min destê xwe bilind kir ku ez jî bi zimanekî din dizanim ku ne Tirkî ye.
Mamosteya min berê xwe da min û got:
-Sen hangi dili biliyorsun bildiğin dilde "seni seviyorum" nasıl söylenir kızım?
Min got:
-Ju te hez dikim.
-Peki konuştuğun dil neydi, kızım, hangi dille söyledin?
Bi serbilindiya ku ji billî Tirkî ez jî bi zimanekî din dizanim û weke wan hevalên xwe aferînekê jê werbigirim, min gotê.
-Kurmancî.
-Yok, kızım... böyle bir dil yok, dünyada böyle bir dil olamaz. Sadece sen ve ninen anlamış ve dil diye konuşmuş olabilirsiniz. Ama böyle bir dil yok. Hani bazen anne ve babalar ne konuştuklarını çocukları anlamasın diye uyduruk bir şeyler çıkarırlar ya, bu da öyle bir şey, kuş dili diyoruz buna. Mesela: afsır dıfsır nıfsır dıvsır. Yaaa, benim güzel kızım. Hadi şimdi bu dili aklından, ağzından çıkar at kızım...sadece çirkinler konuşur böyle.