Ez di dinyayê de pey hez û şabûniyê geriyame.
Di derengiya şevande min kitêb vekirin û min bawer dikir ko ez pey şabûniyê deme.
Min dereng, gelek dereng sehkir ko kitêban ez xapandime. Ew ne kurdî bûn.
Di gerana dinê de, dest û pêyê min dil û sînga min birîndar bûn.
Lê min nuho di tenişta kaniyeke zelal û di bin siha darên spîndar û bîşenga de, di rêya welatî de şabûnî peyda kir.